RIHA - Xwendekarekî êrişî dibistanekê kir: Şahidên bûyerê ji Rûdawê re axivîn

Riha (Rûdaw) - Li navçeya Siwêregê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, xwendekarekî bi çekê êrişî dibistanekê kir.

Di êrişê de 16 mamoste û xwendekar birîndar bûn ku birîna 3 mamosteyan giran e.

Nûçegihanê Rûdawê Maşallah Dekak çû cihê bûyerê û ji şahidên bûyerê hûrgiliyên êrişê pirsîn.

Xwendekarekî bi tifingê êrişî hundirê dibistanê kir û gule li her kesî reşandin.

Di êrişê de 10 xwendekar, 4 mamoste, karmendekî dibistanê û polîsek birîndar bûn.

Malbatên ku nûçeya êrişê bihîst, berê xwe da dibistanê.

Bavê xwendekarekî 45 kîlometreyan meşiya

Kenan Polatê ku bavê xwendekarekî ye, li ser wê kêliyê got:

“Serê sibehê ez çûbûm gundê Axşûnê.

Ji malê telefonî min kirin û gotin ku li dibistana kurê te bûyerek rû daye.”

Polat diyar kir ku otomobîl tune bû û ew bi meşê bi rê ketiye û anî ziman:

“Ez bi peyatî 45 kîlometreyan ji gund heta Siwêregê meşiyam.

Ez pêşî çûm nexweşxaneyê, min got belkî li wir be.

Paşê min dît kurê min çûye xwe di parkekê de veşartiye.”

Ahmet Yapiciyê ku bavê xwendekarekî din e, ev êriş wekî “hovîtî” pênase kir û got, “Divê li cihê perwerdeyê bûyereke wiha çênebûya.”

Zarokên ku bûne şahidên vê êrişê gelekî tirsiyane. Ew bi kelecaneke mezin qala wê kêliyê dikin.

Şahidê bûyerê Ahmet Yildiz qala kêliya êrişê kir û got:

“Ez li ber deriyê dibistanê bûm. Min dît ku ew kete hundir, tifingek di destê wî de bû.”

Yildiz anî ziman ku êrişkar pêşî gule berdaye topekê û paşê gule li xwendekar û mamosteyan reşandine.

Hat ragihandin ku di êrişê de êrişkar canê xwe ji dest daye.

Li ser nasnameya êrişkar hîn ti agahî nehatine belavkirin.

Hat diyarkirin ku êrişkar sala 2007an ji dayîk bûye û berê li heman dibistanê xwendekar bûye.

Beriya êrişê wî perwerdeya xwe bi awayekî “ji dûr ve” domandiye.