Embareke cebilxane û teqemeniyan teqiya

14-05-2017
RÛDAW
Nîşan Ezaz Teqîn Embar Cebilxane
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hat ragihandin ku enbareke cebilxane û teqemeniyan li gundê Tilîlî Elşam ê navçeya Ezazê teqiya.


Çavkaniyekê ji bajarê Ezazê ragihand ku sibeha roja Yekşemê embareke cebilxane û teqemeniyan li bakurê Ezazê teqiya.


Vê çavkaniyê diyar kir ku ew enbar a hêzên “Lîwa Elfetih” bû, li gundê Tilîlî Elşam li bakurê Ezazê.


Li gorî zanyariyan, di necama vê teqînê de çekdarek hate kuştin û hejmarek ji çekdaran birîndar bûn.


Hinek zanyariyên ragihandî, nîşanê bi wê yekê didin ku ew teqîna embara Lîwa Elfetih ji ber rokêtekê bû, ku bi ser vê embarê de hate xwarê. Lê hêj ne diyar e ew rokêt ji aliyê kê ve hatiye avêtin.


Herwiha roja 5ê vê meha Gulanê, di encama teqîna otomobîlekê de, li navenda bajarê Ezazê, 5 welatiyên sivîl hatibûn kuştin û 7 kes jî birîndar bûbûn.


Bajarê Ezaz di bin kontrol hêzên dijbereya Sûrî de ye ku li gorî ragihandina wan, ji aliyê Tirkiyê ve piştgiriya van hêzan tê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst