Li Îdlibê teqîn: Gelek mirî û birîndar hene

26-11-2025
RÛDAW
Nîşan Îdlib Teqîn Cebilxane
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokê Kefer Texarîmê yê Îdliba li bakurê rojavayê Sûriyeyê, di teqîna depoyeke cebilxaneyê de 5 kesan mirin û 9 kes jî birîndar bûn.

Çavkaniyên xwecihî diyar kir ku teqîn dema xebatên li depoyê rû daye û derbarê bûyerê de dest bi lêpirsînê hatiye kirin.

Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku teqîn li Kefer Texarîmê li depoyeke çekan a li nêzîkî dibistanekê pêk hatiye.

SOHRê ragihand ku gelek kes birîndar bûne, ambûlans çûne herêmê û birîndar veguhastine nexweşxaneyê.

SOHRyê eşkere kir ku xebatên hêzên ewlehiyê yên ji bo “piştrastkirina sedemên teqînê û diyarkirina aliyê berpirs” berdewam dikin.

Li gorî agahiyên ku SOHR dispêre çavkaniyên xwecihî, sedema teqînê depoyeke cebilxaneyê ya komeke çekdar e ku li herêmeke qerebalix çalakiyan dike.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst