Qamişlo (Rûdaw) - 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ye. Li seranserî bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê, Kurd bi çalakiyên cuda vê rojê pîroz dikin.
Welatî ji bo piştgiriya perwerdeya bi zimanê Kurdî daketin kolanan.
Wan daxwaz kir ku zimanê Kurdî di destûra nû ya Sûriyeyê de bibe zimanekî fermî.
"Heta ku em sax bin em dê li pey zimanê xwe bin "
Meyofa Mehmûda 70 salî, gava dibihîse ku li derve qerebalixî heye dipirse ka çi qewimiye.
Dema fêr dibe ku Cejna Zimanê Kurdî ye, yekser dermanê xwe yê êşbirê vedixwe û bi lez derdikeve derve û tevlî xwenîşandanan dibe.
Dayîka Kurd Meyofa Mehmûdê hestên xwe wiha anîn zimên:
"Ez niha ji bo zimanê xwe, ji bo zimanê Kurdî derketime. Em zimanê Kurdî bernadin.
Heta ku em sax bin em dê li pey zimanê xwe bin. Zarokên me bi Kurdî dixwînin, em dê li pey zarokên xwe bin.
Cilên min Kurdî ne û heta ez bimînim ez dê Kurd bim. Em dê bidin dû şopa Kurdayetiyê.
Ez Kurd im, ma ez dê bi çi zimanî biaxivim? Ji xwe ez dê bi Kurdî biaxivim."
"Divê destûra nû ya Sûriyeyê zimanê Kurdî biparêze"
Li Rojavayê Kurdistanê mezin û biçûk di yek dengî de ne.
Ew hemû dixwazin destûra nû ya Sûriyeyê zimanê Kurdî biparêze û xwendina bi zimanê Kurdî berdewam bike.
"Em dê bi zimanê dayîka xwe bixwînin"
Xwendekara zimanê Kurdî Dîlan Eliyê jî daxwaza xwe wiha anî zimên:
"Ev ziman diyarî ye, Xwedê ji me re şandiye. Me ew ji ti kesî nediziye.
Em dê biçin dibistana xwe û bi zimanê dayîka xwe bixwînin."
Ev hefteyek e li piraniya bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê xwenîşandan hene.
Bi sedan welatî ji bo piştgiriya zimanê Kurdî û fermîkirina wî dadikevin kolanan û daxwazên xwe diqîrin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse