Amed (Rûdaw) - Parka Newrozê ya Amedê ku zêdetir bi aliyê xwe yê ahenga siyasî ya pîrozbahiyên Newrozê tê naskirin, di meha Remezanê de vediguheze festîvala xwarinan.
Jin û mêr, kal û pîr, zarok, bi hezaran Amedî rojane berê xwe didin Parka Newrozê û fitara xwe ya rojiya Remezanê li vir vedikin. Bi dîmenên sifreyên fitarê ku li ser erdê hatine raxistin, Parka Newrozê dişibe xwaringa herî mezin a servekirî.
Bi hezaran kes di vê rojiya Remezanê de ji ber germahiya havînê xwe avêtine derve û fitara xwe li Parka Newrozê vedikin.
Jin û mêr, zar û zêc, kom û kulfet li vir bi hev re difetirin. Ew hem ji qelebalixiyê, hem ji hênkahiyê û hem jî xwarina li bin daran û sifreyên li ser şînkahiyê hatine raxistin kêfxweş in.
Welatiyê bi navê Yucel Baran ji Rûdawê re wiha got: “ Em ji xwe re hatine li vir seyran dikin.”
Nehîr Ekîcî jî got: “ Mala me ji xwe li vir e. Hema hema em her gav tên. Heftiyê du caran em tên.”
Metîn Sukutî jî anî ziman: “Me zarok anîn. Me got bila ji xwe re li vir nan bixwin. Rojiya Remezanê ye. Fireh e, hênik e, xweş e.”
Welatî Remezan Bayram jî got: “Ji bo fitarê em ji bo rojiyê tên vê derê. Me cîger, dil û tîke çêkiriye. Evder gelek xweş e.”
Li Parka Newrozê li aliyekî xelk ji xwe re kebaban çêdike û li aliyekî jî zarokên wan di nava parkê de bi hev re dilîzin. Park bi van dîmenan hem dişibe xwaringeheke servekirî û hem jî zarokistaneke xwezayî. Fitara Remezanê ew anîne ba hev û ew jî li hev kemilîne.
Ridvan Usun jî diyar kir ku ew rihetir li vir xwarin çêdikin û got: “ Em xwarina xwe ji malê jî tînin. Zarok li vir dilîzin. Gelek xweş e.”
Nejla Usun jî destnîşan kir ku Parka Newrozê hênik e, û ew ji germê direvin û tên fitariya xwe li vir vedikin.
Xwarina di vê hênikahiyê de û qelebalixiye di Parka Newrozê de ji fitarê zêdetir dişibe festîvaleke xwarinan. Lewre her malbatek li gorî derfetên xwe li vê parkê xwarina herî xweş amade dike û bi vî awayî hem xwarin û hem jî rojiya wan bi tamtir dibe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse