Bakirhan: Hevdîtina Ocalan û Serok Barzanî gelekî asayî ye

14-06-2025
RÛDAW
Nîşan Tuncer Bakirhan Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan Serok Mesûd Barzanî Pêvajoya Çareseriyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku ew hêvî dikin Ocalan li gel serokên Kurd hevdîtinê bike û hevdîtina Ocalan û Serok Barzanî jî gelekî asayî ye.

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li Amedê partiyên Kurdistanî ziyaret kirin.

Bakirhan di serdan xwe ya yekem a ji bo Partiya Însan û Azadiyê (PİA) de li ser pêvajoya çareseriyê û pêşhatên dawî bersiv da pirsên nûçegihanê Rûdawê yê Amedê Maşallah Dekak.

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê da zanîn ku asayî ye ku Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan li gel Serok Barzanî û berpirsên partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê hevdîtinan bike.

“Ocalan girîngiyê dide yekîtiya neteweyî ya Kurdan”

Bakirhan got, “Em dê di vê mijarê de temasên cuda bikin û em hêvî dikin ku Birêz Ocalan ku girîngiyê dide yekitiya neteweyî ya Kurd li gel serokên Kurd derbarê vê pêvajoya ku birêvediçe de hevdîtinê bike û bi wan re nerînên xwe bihevbiguhere.”

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê di berdewamiyê jî de got, “Em hêjî li destpêka pêvajoyê ne.

Ji ber wê ez nikarim bêjim ku pêvajo xirab bi rê ve diçe. Em hewla wê yekê didin ku pêvajo zêdetir ber bi pêş ve biçe.”

Tuncer Bakirhan ragihand ku Abdullah Ocalan gelek girîngiyê dide yekitiya neteweyî ya Kurd û ji salên 90an vir ve çend caran ji bo yekitiya neteweyî ya Kurd û kongreya neteweyî bang kiriye.

Hevserokê DEM Partiyê li ser daxwaza Ocalan a hevdîtina bi serok û rêberên siyasî yên Başûrê Kurdistanê û beşên din Kurdistanê de jî wiha got:

“Pêvajoya li Tirkiyê dimeşe pêvajoyeke ku dikare di heman demê de bandorê li Îraq, Îran û Sûriyeyê  û herêmê jî bike.

Hevdîtina wî (Abdullah Ocalan)  a bi Birêz Serok Barzanî, Talebaniyan û serokên partiyên din ên siyasî  yên li wê derê  û rîspiyan re gelekî asayî ye.

Em hêvî dikin  Birêz Ocalan ku girîngiyê dide yekitiya neteweyî ya Kurd li gel serokên Kurd derbarê vê pêvajoya ku bi rê ve diçe de hevdîtinê bike, bi wan re dan û standinê bike û pêşniyarên wan wergire.

Ev yek gelek bi qîmet û bi nirx e. ”

“Divê Îran meseleyên navxwe çareser bike”

Tuncer Bakirhan behsa şerê Îran û Îsraîlê jî kir û wiha domand: “Helbet em li dijî polîtîkayên êrişkar ên Îsraîlê ne.

Raya giştî jî gelek baş dizane ku em li hember zilma li Xezeyê li cihekî rast rawestiyane.

Îran jî divê bilez meseleyên xwe yên navxwe bi awayekî demokratîk, bi makenîzma û hewldanên  rast çareser bike.

Berovajî vê yekê nerîneke yekparêz û cûdahiyên li welatê xwe  tinedihesibîne, îro ji bo  Îsraîlê  sibe jî bo hêzên din ên hegemonîk û emperyalîst  hincetê çêdikin.

Rêya herî baş a derxistina vê hincetê ji dest wan jî demokratîkbûn e. Ez dixwazim diyar bikim ku divê Îran bilez meseleyên xwe bi rê û rêbazên demokratîk  û gotûbêjan çareser bike.“

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê beriya bi çend rojan diyar kiribû ku Abdullah Ocalan dixwaze bi Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî re hevdîtinê bike. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst