Duhok (Rûdaw) – Beriya 2 mehan, li navçeya Silopî ya Bakûrê Kurdistanê, 8 milyon dolarên bazirganên Başûrê Kurdistanê hatine dizîn. Lê heta niha li ser vê bûyerê ti kes nehatine girtin.
Bazirganên alogorê pareyan dibêjin, vê diziyê bandor li bazara hewale kiriye û nirxê hewalekirinê bilind bûye.
Beriya 2 mehan çend bazirganekê Herêma Kurdistanê 8 milyon dolar veguhestine Tirkiyê. Lê piştî ku qasidên pareyan ji deriyê Xabûrê re derbasê Silopî dibin, grûbeke dizan bi çek êrîş dikin ser qasidan û pareyan dibin. Bazirganên kurd li ser vê yekê gilî tomar kirin lê heta niha hikûmeta Tirkiyê li ser vê bûyerê ti kes negirtiye.
Yek ji wan bazirganên ku 3 milyon dolarê wî hatiye dizîn, ji Rûdawê re got: “Em li gel çend bazirganekê kurdê Bakûrê Kurdistanê karê veguhestina pare dikin bo Tirkiyê. Carna em pare bi barhilgiran vediguhezin. Wê rojê jî 8 kesan bi çek pasevaniya pareyê me dikirin. Lê piştî ku sînorê Îbrahîm Xelîl re derbas bûn, 2 kîlometre aliyê Bakûr, 5 kesên çekdar rêya wan girtin û pareyên me birin.”
Vî bazirganî, ku nexwest navê wî were eşkerekirin diyar kir: “Me li ser vê bûyerê gilî kir û parêzer girt. Lê heta niha jî ti kes li ser vê diziyê nehatine girtin.”
Bi gotina vî bazirganê Duhokî, bandora vê bûyerê li ser bazara dirav a Duhokê hebûye û baweriya bazarî re kêm bûye. Bazirganê mexdûr dibêje, niha li Kurdistanê sîstemekê parastinê nîne ji bo veguhestina pareyan û ew jî neçar in bi van rêyan pareyê xwe vediguhezin.
Xwedanê Kompanyaya Seydo Araz Celal, ku kompanyaya wî karê veguhestina pare dike, ji Rûdawê re got: “Bandora vê diziyê li ser bazara pereyan gelek e. Niha nirxê veguhestina dirav giran bûye. Berî me 10 hezar dolar bi 25 dolaran hewale dikir lê biha em vî pereyî bi 50 hezar dînar dişînin.”
Li gorî gotina Araz Celal, herçend mesrefa wî giran jî be, êdî bazirganên diravan pereyên xwe bi rêya Dubeyê hewale dikin.
Ev ne yekemîn car e, ku bazirganên kurd dikevin kemîna diz û çeteyan. Araz Celal dibêje, beriya 2 salan heman awayî 7 milyon dolarê bazriganên kurd hate dizîn lê hê jî diz nehatine girtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse