Hêzên Tirkiyeyê holeke ahengan li Zirganê topbaran kir

29-11-2023
Xalid Cemîl Mihemed
Nîşan Zirgan Tirkiye Topbaran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Zirganê ya Cizîra Rojavayê Kuridstanê, holeke ahengan ji aliyê hêzên Tirkiyeyê ve, hat topbarankirin.

Li gorî zanyariyên Rûdawê ji çavkaniyên xwecihî bi dest xistine, holeke ahengan li bakurrojhilatê bajarokê Zirganê yê navçeya Sebahiyê, ji aliyê hêzên Tirkiyeyê ve, hate topbarankirin.

Di encama wê êrişê de dîwarê wê holê wêran bûye.

Li gorî heman zanyariyan, ew êrişa hêzên Tirkiyeyê, bersiva 20 mûşekên ku ji wan navçeyan arasteyî baregehên hêzên Tirkiyiye kirin bû.

Ew mûşek bêyî ku bigihêjin armancên xwe, ji aliyê hêzên Tirkiyeyê ve, li ezman hatibûn jinavbirin.

Yek ji wan mûşekan li nav zeviyên çandiniyê yên wê deverê, li nêzîkî welatiyên sivîl ketibû xwarê.

Ji 5ê Çiriya Peşînê ya 2023yan ve hêzên Tirkiyeyê êrişên xwe li dijî navçeyên Rojavayê Kurdistanê zêde kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst