COLEMÊRG - Efserekî destê zarokekî şikand: Gilî hat kirin

14-08-2025
RÛDAW
Nîşan Colemêrg Çawişê Pispor Îbrahîm Sari
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Colemêrga Bakurê Kurdistanê, ji ber ku tundî li zarokekî kiriye û destê wî şikandiye, giliyê çawişê pispor Îbrahîm Sari hat kirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, çawişê pispor Îbrahîm Sari bi hinceta ku zarokek dema bîsîkletê diajot li hevjîna wî qelibiye û ew xistiye erdê, tundî li wî zarokî kir.

Di encama tundiyê de zendê zarokî şikest û ew rakirin nexweşxaneyê.

Malbata zarokî ji bo alîkariya hiqûqî serî li Şaxa Colemêrgê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) da.

Li ser vê yekê, ÎHD û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) giliyê çawişê pispor Îbrahîm Sari kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst