Facebookê derbarê Sakîne Cansiz de bersiva Rûdawê da

14-10-2021
Rêbaz Elî
Nîşan Sakîne Cansiz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kompanyaya Facebookê ku navê Sakîne Cansiz xistiye lîsta “Kesayetên Metirsîdar”, ji Rûdawê re sedema vê yekê eşkere kir û ragihand, ji ber ku PKK ji aliyê Amerîkayê ve wek “rêxistineke terorî” tê dîtin û Sakîne Cansiz jî yek ji damezrênerên PKKê bûye, wan ev biryar daye.

Roja 12ê vê mehê rêxistina Intercept a Amerîkî lîsteyeke nihênî ya Facebookê eşkere kiribû ku navê wan kes û rêxistinan tê de bû ku wek “metirsîdar” hatibûn binavkirin.

Yek ji wan kesan ku navê wê di lîsta “Kesayetên Metirsîdar” de heye, Sakîne Cansiz e ku yek ji damezrênerên PKKê be û li Parîsê hatibû terorkirin.

Rûdaw jî li ser vê mijarê ji kompanya Facebookê pirs kir “Çima navê Sakîne Cansiz di wê lîstê de ye?” û Berdevkê Facebookê bi rêya maîlê bersiva Rûdawê da.

Berdevkê Facebookê dibêje, “Sakîne Cansiz yek ji endamên damezrêner ên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bû. PKK ji aliyê Amerîkayê ve di lîsta `rêxistina terorîst a biyanî` de ye. Wek ku me di binemayên xwe de zelal kiriye, li gor siyaseta me li beramber kes û rêxistinên metirsîdar, ew dezgehên ku ji aliyê Amerîkayê ve li lîsta `rêxistina terorî ya biyanî` yan `rêxistina terorî a taybet a cîhanî` hatine zêdekirin, em jî rê bi wan nadin platforma me bikar bînin.”

Facebookê amaje bi wê jî kiriye, kompanyaya wan rê bi belavkirina wan mijaran jî nade ku pesn, piştgirî am jî nûnertiya wan kes û grûpên ku di lîstê de navên wan hene bikin.

Çendîn kesayet û saziyên din ên ser bi PKKê ve di wê lîsta Facebookê de ne ku ji wan jî; Gerîlla TV, Koma Civakên Kurdistanê, Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), Abdullah Ocalan, Bahoz Erdal, Duran Kalkan, Mezlûm Dogan û Murat Karayilan.

Herwiha navê Îsmaîl Sûseyşî jî di lîstê de ye ku gotarbêjekî mizgefta Aştî ya Hewlêrê bû û sala 2018an bi tometa hebûna peywendiya li gel DAIŞê hatibû desteserkirin.

Rûdawê ji Facebookê pirs kir, “Çima baleke zêde xistiye ser Kurdên Bakur û Başûrê Kurdistanê?” û Berdevkê Facebookê dibêje, fokusa wan li ser hemû wan grûp û kesayetiyan e ku li seranserê cîhanê wek “terorîst” hatine binavkirin û hejmareke rêxistinên Amerîkaya Bakur û Rojavayê Afrîkayê jî beşek in ji wê lîsta kes û rêxsitinên hatine qedexekirin.

Berdevkê Facebookê amaje bi wê kir, tenê ji bo mebesta giftugokirin, belavkirina heval û agahdarkirina xelkê, rê tê dayîn li ser platforma Facebookê navê wan bê bilêvkirin û jibilî wê rê bi belavkirina ti babetekê nayê dayîn ku pesnê wan kes û grûpan bide an jî piştgirî û nûnertiya wan bike.

Berdevkê Fcebookê behsa wê jî kir, ew yasa hemû wan grûp û kesayetiyan li xwe digire ku bi şêweyekî rêxistinkirî “kîn û kerbê” belav dikin û got jî, “Facebook naxwaze hêsankarî yan rêkxistin bo tundûtûjiyê li ser platformê bê kirin û lîsta kesayet û rêxistinên metirsîdar jî hewlek e bo rêgirîkirina li grûpên metirsîdar ji encamdana wan karan.”

Kompanyaya Facebookê, jibilî tora civakî ya Facebookê, xwediya hejmareke platformên din e jî ku yên herî diyar Instagram û Whatsapp in.

Deqa hevpeyvîna Rûdawê ya li gel Facebookê:

Rûdaw: Sakîne Cansiz sala 2013an li Parîsê hat kuştin, çima heta niha navê wê di wê lîstê de ye:

Facebook: Sakîne Cansiz yek ji endamên damezrêner ên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bû. PKK ji aliyê Amerîkayê ve di lîsta `rêxistina terorîst a biyanî` de ye. Wek ku me di binemayên xwe de zelal kiriye, li gor siyaseta me ya li beramber kes û rêxistinên metirsîdar, ew dezgeh ku ji aliyê Amerîkayê ve di lîsta `rêxistina terorî a biyanî` yan `rêxistina terorî a taybet a cîhanî` de ne, em jî rê bi wan nadin platforma me bikar bînin. Li ser bingeha vê siyasetê, em bikaranîna platforma xwe li serkirdayetî û endamên wan ên diyar jî qedexe dikin. Jibilî wê em rê bi belavkirina wan mijaran nadin ku pesn, piştgirî an jî nûnertiya wan kes û grûpên ku di lîstê de navên wan hene dikin û ev wan kesên dîrokî jî li xwe digire.

Çima we baleke zêde xistiye ser kesayetên Kurd ên Iraq û Tirkiyê?

Di wê lîsta me de navên kesayet û saziyên hatine lîstekirin ên seranserê cîhanê hene, di nav wan de jî navê wan rêxistinan ku li Amerîkaya Bakur û Rojavayê Ewropayê ne. Pênaseya me bo terorê zelal û tijî wirdekarî ye û beşdariya kesên pispor û akademîsyenên derve hatiye danîn. Berevajî hinek pênaseyên terorê, ew pênaseya ku me daniye, navçe, ayîn, riwangeha siyasî û îdeolojiyê li ber çav nagirre û tenê pişta xwe bi reftara rêxistinî girêdide.”

Çi rû dide eger navê wan kesan di postekê de li ser Facebookê bê belavkirin?

Ew dimîne li ser mijarê bi giştî. Yasayên me bi rengekê hatine danîn ku rê bi xelkê didin bi şêweyekî bêalî giftugo li ser wan grûp û kesayetan bikin, nûçe li ser wan û çalakiyên wan çêbikin û bi ronî niyeta xwe bo xelkê zelal bikin. Lê em rê bi wan mijaran nadin ku pesn, piştgirî yan nûnertiya wan kes û grûpan dikin ku beşdar in di çalakiyên terorî de yan jî belavkirina kîn û kerbê bi şêweyekî rêkxistî. Facebook naxwaze hêsankarî yan rêkxistin bo tundûtûjiyê li ser platformê bê kirin û lîsta kesayet û rêxistinên metirsîdar jî hewlek e ji bo rêgirîkirina li grûpên metirsîdar ji encamdana wan karan.”

Sakîne Cansiz (54) ku yek ji damezrênerên PKKê bû, li gel nûnera KNKê ya Parîsê Fîdan Dogan (32) û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez (25) roja 9ê Çileya 2013an li Parîsa paytexta Fransayê hatibû terorkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst