Hewlêr (Rûdaw) - Dezgeha Dijîterorê ya Îraqê li nahiyeya Pirdê ya parêzgeha Kerkûkê dest danî ser hejmarek çek û teqemeniyên veşartî yên DAIŞê.
Dezgeha Dijîterorê ya Îraqê îro di daxuyaniyekê de ragihand ku hêzên wan li ser bingeha zanyariyên hûr ên îstixbaratî 2 rojan operasyoneke pişkinînê kiriye û çend stargehên paşmayiyên çekdarên DAIŞê li nahiyeya Pirdê ya navçeya Dubizê ya parêzgeha Kerkûkê dîtine.
Li gorî daxuyaniyê, di wê operasyonê de dest bi ser hejmarek çek û teqemeniyên curbicur de hatiye girtin ku di nav wan stargehan de hatibûn veşartin.
Dezgeha Dijîterorê ya Îraqê her wiha ragihand:
“Hêzên me dê ji bo parastina ewlehî û aramiya welêt û welatiyan, di şopandina paşmayiyên DAIŞê û pişkinîna stargehên wan de berdewam bin.”
Şaneyên razayî yên DAIŞê li deverê hene
Nahiyeya Pirdê û derdora navçeya Dubizê ya parêzgeha Kerkûkê, ji ber cografyaya xwe û hebûna gelî û deverên asê, car caran ji aliyê şaneyên razayî û paşmayiyên DAIŞê ve wekî stargeh tên bikaranîn.
Wan şaneyan heta niha çend ciwanên gundên wî sînorî jî revandine.
Şeva 13ê Çiriya Paşîna 2026an jî di navbera Artêşa Îraqê û çekdarên DAIŞê de pevçûneke bi çekan rû da.
Di operasyoneke asmanî de 3 çekdarên terorîst hatin kuştin û kesekî ku di veguhastina wan de alîkar bû jî hat desteserkirin.



