Fermandarekî HSDyê: Di artêşa nû ya Sûriyeyê de dê lîwayeke taybet a YPJyê hebe

14-10-2025
Nalîn Hesen
Nîşan Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Artêşa Sûriyeyê Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ)
A+ A-

Fermandarê Lîwaya Bakurê Demokratîk ê HSDyê Ebû Omer Îdlibî, hûrgiliyên civînên dawî yên di navbera şandeya leşkerî ya HSDyê û Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê de eşkere kirin.

Li gorî gotina Fermandarê Lîwaya Bakurê Demokratîk ê HSDyê Ebû Omer Îdlibî civîn bi armanca bipêşxistina rêça dan û standinên komîteyên pispor ji bo yekxistina leşkerî û ewlehiyê bi "asteke bilind a berpirsyariya niştimanî hatin birêvebirin".

Ebû Omer Îdlibî amaje bi wê yekê kir ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dê di çarçoveya pêkhateyên artêşa nû ya Sûriyeyê de bin ku ji "sê lîwayên leşkerî û çend lîwayên serbixwe pêk tê û di nav wan de lîwayek ji bo Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) heye".

Ebû Omer Îdlibî da zanîn, her çend navê "Hêzên Sûriyeya Demokratîk" wekî nîşaneke şerefê bimîne jî, guhertina nav dê ji bo qonaxa nû ya avakirina Sûriyeyê guncav be.

Îdlibî li ser çarenivîsa fermandarên pileyên leşkerî yên nav HSDyê de ragihand ku ev mijar dê di rêça dan û standinên teknîkî û leşkerî de bin, bi şêweyekî ku armancên Peymana 10ê Adarê pêk bîne.

Lîwaya Bakurê Demokratîk jî, wekî "beşeke resen û damezrîner a HSDyê", dê bibe beşeke mekanîzmayên yekxistinê.

Ji bo bicihanîna Peymanê, dawiya îsal wekî dema dawî hatiye diyarkirin lê Îdlibî tekez kir ku "ev ne demek pîroz e" û dibe ku ji bo bidestxistina "encameke rastîn" were guhertin.

Îdlibî di bersiva pirsekê de girtina xalên kontrolê red kir ku HSDyê ti xalên kontrolê negirtine û ragihand ku ew li dijî tedbîrên ku zererê didin jiyana welatiyan û bazirganiyê.

Hevpeyvîna Nalîn Hesenê ya bi Ebû Omer Îdlibî re:

Rûdaw: Nirxandina we ji bo atmosfera civînên berî du rojan ên li Şamê di navbera şandeya leşkerî û Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê de çi ye û xalên herî girîng ên rêkeftinên tevlîkirina hêzên HSDyê di çarçoveya artêşa Sûriyeyê de kîjan bûn?

Ebû Omer Îdlibî: Civînên derbarê komîteyên pispor ên kar û barên leşkerî û ewlehiyê de di navbera şandeya Herêma Bakurrojhilatê Sûriyeyê û şandeya Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de li Şamê bi asteke bilind a berpirsyariya niştimanî hatin birêvebirin, bi mebesta bipêşxistina rêça dan û standinên komîteyên pispor ji bo yekxistina leşkerî û ewlehiyê. Cewhera karê van komîteyan li gorî tiştên ku gavên yekxistinê hewce dikin e, ango ji bo bicihanîna vê mijarê karekî hûr û hewldaneke mezin pêwîst e.

Rûdaw: Gelo HSD dê wekî firqeyeke taybet di nav artêşê de be? Dê li kû were bicihkirin?

Ebû Omer Îdlibî: Di bingehê de, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dê di çarçoveya pêkhateyên artêşa nû ya Sûriyeyê de be ku ji sê lîwayên leşkerî û çend lîwayên serbixwe pêk tê, di nav wan de lîwayek ji bo Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) heye. Ev yek dê li gorî mekanîzmayeke ku li ser li hev tê kirin be, ji ber ku ev hûrgilî hîn di çarçoveya gerên dan û standinan de ne ku li pey hev tên kirin. Hêzên me, Hêzên Sûriyeya Demokratîk, dê wekî her carê li wê cihî bin ku ji bo parastina gel û welatê me li hemberî hemû astengî û metirsiyan, ji hemû hêzên terorîst û dagirker, pêwîst e.

Rûdaw: Gelo dê nav wekî xwe bimîne (Hêzên Sûriyeya Demokratîk)? Eger biguhere, navên pêşniyarkirî kîjan in?

Ebû Omer Îdlibî: Em van rojan dehemîn salvegera damezrandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk pîroz dikin. Ji kêliya yekem a damezrandina xwe ve, şanazî bi hilgirtina navê Sûriyeyê kiriye. HSDyê di xwîna şehîdan û birîndaran û hewldana şervanan de qurbanîyên mezin dane ji bo parastina hemû xelkê Sûriyeyê ji hemû pêkhateyên niştimanî. Ji ber vê yekê, navê HSDyê wekî nîşaneke şerefê ye di dilê me de, li ser sînga me û taca serê serkirde û şervanên me ye. Ev nav dê her tim şanazî û serbilindiya xwe di dîroka Sûriyeyê de hebe. Lê niha ku em Sûriyeya nû ava dikin, guhertina navî dê ji bo vê qonaxa dîroka welatê me guncaw be, lê naveroka rastîn a van hêzan û armanca ku li ser bingeha wê hatine damezrandin, dê di wijdan û baweriya me ya bi parastina gel û xaka me de bimîne.

Rûdaw: Çarenivîsa fermandarên meydanî û pileyên leşkerî yên nav HSDyê piştî yekxistinê dê çawa be?

Ebû Omer Îdlibî: Derbarê mekanîzmaya yekxistinê û kar û barên leşkerî yên pêwendîdar de, ev mijar dê di rêça dan û standinên teknîkî û leşkerî de bin, bi şêweyekî ku armancên xwestî yên rêkeftina "10ê Adarê" pêk bîne. Encamên van mijaran dê li gorî wan rêkeftinên ku herdu alî li ser biryar didin bin, bi awayekî ku armancên bilind ên niştimanî pêk bîne, li gorî dîtina nû ya Sûriyeyê ya ku em bi hev re li ser dixebitin.

Rûdaw: Dê çarenivîsa Lîwaya Bakurê Demokratîk çi be, gelo dê di çarçoveya feyleqên pêşniyarkirî de ji nû ve were rêxistinkirin?

Ebû Omer Îdlibî: Hêzên Bakurê Demokratîk, ji destpêka damezrandina xwe ve di destpêka şoreşa mezin a Sûriyeyê de, çendîn qonax derbas kirine. Me ji roja yekem a avakirina pêkhateya xwe ya leşkerî ve, xwe ji bo parastina gel û xaka xwe terxan kiriye û li deverên cuda yên Sûriyeyê şer kiriye û di rêya armancên xwe yên niştimanî û daxwazên rewa yên gelê xwe de şehîd dane. Ji ber vê yekê, em dê li wê cihî bin ku ji bo bicihanîna erka xwe ya niştimanî pêwîst e, li gorî tiştê ku armancên niştimanî pêk tîne. Bêguman em beşeke resen û damezrîner a HSDyê ne, li ser vê bingehê mekanîzmayên yekxistinê yên ku li ser li hev tê kirin, dê me jî bigire nav xwe. Em ji bo vê armancê şervanên dilsoz in ji bo parastina gel û welatê me.

Rûdaw: Gelo ji bo bicihanîna rêkeftinê demeke diyarkirî heye?

Ebû Omer Îdlibî: Rêkeftina "10ê Adarê" di bingehê de dawiya îsal ji bo bicihanîna hemû xalên rêkeftinê diyar kiriye, lê ev ne demek pîroz e. Dibe ku dem were guhertin bi şêweyekî ku encameke rastîn pêk bîne, ku li ser bingeha rêkeftineke rast û hûr be, da ku bibe bingeha Sûriyeya nû piştî rûxandina rejîma berê.

Rûdaw: Hinek dezgehên ragihandinê îdia dikin ku HSDyê xalên kontrolê (bazge) yên navxweyî yên di navbera herêmên Rêveberiya Xweser û herêmên hikûmeta Sûriyeyê de girtine, bersiva we çi ye? Gelo xalên kontrolê hatine girtin (kîjan)?

Ebû Omer Îdlibî: Mixabin, hinek dezgehên ragihandinê hewl didin ku bêtir temaşevan û şopîneran bi dest bixin, bêyî ku guh bidin karesat û ziyanên ku dibe ku bi xwe re bînin. Derbarê xalên kontrolê an girtina herêman de, em pir dûrî van cure tedbîran in ku zirarê didin jiyana xelk û welatiyan, wekî nexweş, xwendekar û geştiyaran. Herwiha ev dibe sedema bilindbûna nirxê kelûpel û berheman, ku pêdiviyên xelkê dabîn dikin. Ji ber vê yekê em van cure tedbîran red dikin û pir dûrî pêkanîna wan in.

Rûdaw: Peyama we ji bo endamên Lîwaya Bakurê Demokratîk derbarê qonaxa dahatû çi ye?

Ebû Omer Îdlibî: Peyama me her tim ji bo hemû hêzên me yên leşkerî û ewlehiyê, di nav de Hêzên Bakurê Demokratîk, ew e ku armanca me ya herî bilind û daxwaza me ya herî bi nirx parastina welatiyan û parastina xaka welatê me ye. Dema ku em bişirîna dilniyabûnê li ser rûyê zarokên Sûriyeyê dibînin, dema ku ew hest bi aramî û aştiyê dikin, wê demê em li ser rêya rast in ku me hilbijartiye û me bawerî pê aniye. Em dê li ser parastina prensîbên xwe berdewam bin wekî wefayek ji bo şehîdên xwe û parastina soza xwe ji bo gelê xwe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst