Hewlêr (Rûdaw) – Dr. Roj Nûrî Şaweys, endamê Polîtboruya Partiya Demorkata Kurdistanê (PDK), îro di temenê 74 saliyê de bi sedema nexweşiyekê li nexweşxaneyeke Hewlêrê koça dawî kir.
Çavkaniyekê ji malbata Dr. Roj Nûrî Şaweys ji Rûdawê re ragihand ku saet 9:45 sibeha îro, Dr. Roj li nexweşxaneyekê li bajarê Hewlêrê Koça dawiyê kiriye.
Biryare sibe termê Roj Nûrî Şaweys di merasîmekê de bê veşartin.
Dr. Roj Nûrî Şaweys Endamê Polîtborûya PDKê bû meha borî serokatiya şandeke PDKê bo Bexdayê kir jibo gotûbêjên li gel aliyên siyasî yên Iraqê.
Roj Nûrî Şaweys demekê li Iraqê cîgirê serokwezîrê Iraqê bû û pêştir li Herêma Kurdistanê jî serokwezîrê kabîneya sêyem bûye.
Mesrûr Barzanî: Dr. Roj roleke girîng di tevgera rizgarîxwaz a gelê Kurdistanê de heye

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya koça dawiyê ya endamê Polîtburoya PDKê Doktor Roj Nûrî Şaweys, peyameke sersaxiyê belav kir û tê de got: “Doktor Roj û malbata wî roleke wan a diyar û girîng di tevgera rizgarîxwaz a gelê Kurdistanê de heye.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyama xwe de ragihand, “Bi xeme û xemgîniyeke kûr nûçeya koça dawiyê ya siyasetmedar, Pêşmergeyên aza, fermandar û têkoşerê Kurdistanê yê naskirî û endama Polîtburoya PDK Doktor Roj Nûrî Şaweys ez gelek xemgîn kirim.”
Mesrûr Barzanî got: “Doktor Roj û malbata wî roleke wan a diyar û girîng di tevgera rizgarîxwaz a gelê Kurdistanê de heye. Bi koça dawiyê ya Doktor Roj, gelê Kurdistanê têkoşerekî mezin û siyasetmedarekî bi ezmûn ji dest da. Di hemû erk û berpirsyariyên girîng ên li Herêma Kurdistanê û Iraqê wergirtiye de, parêzvanekî bihêz ê mafên gelê Kurdistanê bû û nimûneya dilsoziyê bû.”
Barzanî herwiha got: “Bi vê boneya xemgîn, pirse û sersaxiyê li Cenabê Serok Barzanî, serkirdatî û endamên Partiya Demokrat a Kurdistanê û li xwe û malbata xwedêjêrazî Doktor Roj ya birêz û têkoşer dikim. Xwedêyê mezin giyanê wî bi beheştê şad bike û sebr û aramiyê bi hemûyan bibexişe. Xebat û têkoşîna Doktor Roj her dem di bîranîna me de zindî dimîne.”
Emar Hekîm: Ew navbênkarekî lîberal bû ji bo kirîzan

Serokê Tevgera Hikme, Emar Hekîm ji ber koça dawî ya Dr.Roj Nûrî Şaweys peyameke sersaxiyê belav kir û ragihand, roleke giring ya Dr.Roj di navbeynkariya aliyan û dana biryarên girîng de hebû û çend postên girîng yên welat birêve birine.
Emar Hekîm sersaxî ji gelê Kurd û PDKê re xwest û got, Dr.Roj Nûrî Şaweys kesayetiyekî siyasî yê payebilind bû.
Hekîm herwihiha got: “Hekîm Li dijî dîktatoriyê xebat kiriye û ligel Iraqa nû ya piştî sala 2003ê di biryarên girîng de beşdar bûye. Ew navbênkarekî lîberal bû ji bo gelek kirîzan. Di biryardana siyasî de xwedî roleke diyar bû.
Fuad Mesûm: Doktor Roj Nûrî Şaweys hertim dixwest Kurd yekgirtî bin

Siyasetvanê Kurd û Serokkomarê Berê yê Iraqê Fuad Mesûm ragihand, Doktor Roj Nûrî Şaweys hertim di xema wê yekê de bû ku Kurd yekgirtî bin û bi hevre li hemberî her pirsgirêkekê helwêsteke yekgirtî nîşan bidin.
Fuad Mesûm got, dema ku ew serokwezîrê Herêma Kurdistanê bû û Dr. Roj Cîgir û Wezîrê Navxwe bû, hemahengiyeke baş di navbera wan de hebû.
Berhem Salih: Di xebata rizgarîxwaza Kurdistanê de roleke berbiçav hebû
Serokomarê Iraqê Berhem Salih peyameke sersaxiyê bo koça dawiyê ya Dr. Roj Nûrî Şaweys belav kir.
Di peyama Serokkomarê Iraqê de hatiye, Dr. Roj ji bilî ku ji malbateke naskirî ya bajarê Silêmaniyê û kurê xebatkarên diyar, Nûrî Şaweys û Nahîde Şêx Selam bû, ew xebatkarekî xwedî ezmûn û kesayetiyeke diyar ê Kurdistanê bû. Di qonaxên cûda yên xebata rizgarîxwaza Kurdistanê de, roleke berbiçav hebû.
Berhem Salih ragihand, piştî hilweşana hikûmeta Sedam Hisên, D.Roj Nûrî Şawês di nivîsandina destûra nû ya Iraqê de roleke berçav hebû.
Serokomarê Iraqê sersaxiyê li malbat û kesûkarên wî dike û dibêje, ji xwediyê mezin dixwazin ku wî bi beheşta berîn şa bike.
Roj Nûrî Şaweys
Sala 1947 li bajarê Silêmaniyê ji dayik bûye.
Bawernameya doktorayê di warê endazyariyê de li Almanya wergirtiye.
Endamê Polîtboruya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bû.
Di navbera salên 1999-2003 de Serokê Parlamentoya Kurdistanê bûye.
Serokwezîrê kabîneya sêyem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bûye.
Sala 2004 Cîgirê Serokwezîrê Iraqê bûye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse