Ji bo 17 şervanên HSDê konê sersaxiyê hate vekirin

15-04-2017
Loloxan
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan HSD Tebqa Hevpeymaniya Navdewletî
A+ A-

Grê Spî (Rûdaw) – Li bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê ji bo 17 şervanên HSDê konê sersaxiyê hate danîn û 3 roj weke şîn hate ragihandin.

 

Hefteya borî firokeyên Hevpeymaniyê bi şaşî li devera Tebqayê bombebaran kirin û 17 şervanên HSDê yên ji Lîwayê Siqûr Reqayê şehîd bûn. Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê ragihand ku wan bi xeletî li şervanan dane.

 

Rêveberiya Xweser û Fermandariya HSDê li bajarê Girê Spî ji bo 17 şervanên şehîd konê sersaxiyê danî 3 roj şînkêşan ragihand.

 

Hevserokê Rêveberiya Girê Spî Hemdan Elebid got; “Şervanên HSDê li nêzîkî Tebqayê şehîd ketin, em di vê derbarê de 3 rojan şînê li ser giyanên wan radigihînin. Tiştê ku dihêle em serbilind bin ew e ku şervanên me li dijî DAIŞê şer dikin. Gelek biraderên me yên ji hemû cîhanê hatine bi hawara me ve ew jî li dijî DAIŞê şer dikin.”

 

Li gorî çavdêran gelek caran bi rêya semtên nerast şervan bi agirê dostan di şer de têne kuştin lê ew dibin şehîdên şerê li dijî terorê.

 

Welatiyê bi navê Ehmed Yebse dibêje; “Hemû pêkhateyên deverê kurd, ereb, turkmen, xiristiyan di nava HSDê de li dijî DAIŞê bi piştevaniya hevpeymaniya navdewletî şer dikin. Ew ji bo gel ji bin zilm û zorê rizgar bikin, şehîd bûn.”

 

Operasyona Hêrsa Feratê ji aliyê HSD ve ket qonaxa xwe ya çaremîn. HSD roj bi roj deverê li DAIŞê li Tebqa û Reqayê teng dike. Bi tevî ziyanên canî ku li HSD ketine lê moralên wan û pêkhateyên deverê bi piştevaniya hevpeymaniyê bilind in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst