Rêveberiya Xweser deriyên Tebqa, Reqa û Dêrezorê girtin

3 demjimêr berê
Nîşan HSD Deriyên Sînorî Tebqa Reqa Dêrezor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ragihand ku ji ber "geşedanên ewlehiyê yên metirsîdar" biryar hatiye dayîn ku hemû deriyên sînorî yên kantonên Tebqa, Reqa û Dêrezorê werin girtin.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn îro bi daxuyaniyekê ragihand ku ev biryar wekî bersivekê ye ji bo girtina deriyên navxweyî ya ji aliyê hikûmeta Şamê ve.

"Metirsî li ser jiyana sivîlan heye"

Di belgeya fermî de hat diyarkirin ku hikûmeta veguhêz a li Şamê deriyên navxweyî girtine û vê yekê bandoreke neyînî li rewşa ewlehiyê kiriye.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

"Ji ber geşedanên ewlehiyê yên metirsîdar ku li dergehan diqewimin û li ser bingeha girtina deriyên navxweyî ya ji aliyê hikûmeta veguhêz a li Şamê û zêdebûna metirsiya ewlehiyê ya bi pê re û encamên rasterast û metirsîdar ên li ser ewlehiya sivîl, karker û rêwiyan a bi rêya van derbasgehan"

Heta daxuyaniyeke din girtî ne

Li gorî biryara Rêveberiya Xweser girtina deriyan dê heta demekê nediyar berdewam bike.

Di biryarê de van xalan cih girt:

Yekem: Girtina hemû deriyên kantonên Tebqa, Reqa û Dêrezorê, heta daxuyaniyeke din û heta ku rewşa ewlehiyê aram bibe.

Duyem: Rewşên awarte yên mirovî û rêxistinên mirovahî yên pejirandî ji vê biryarê tên dûrxistin (îstîsnakirin).

Ev biryar ji bo hemû birêvebiriyên ewlehiyê û yên derî û sînoran ên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye şandin da ku were pêkanîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst