Tirkiyê çend deverên çiyayî yên Kanî Masî topbaran kir

15-04-2019
Nasir Elî
"Hêj ziyanên ku gihiştine deverê nayên zanîn"
"Hêj ziyanên ku gihiştine deverê nayên zanîn"
Nîşan Tirkiye Kanî Masî Topbaran Bombebaran
A+ A-

Duhok (Rûdaw) – Topxaneyên Tirkiyê çend gund û deverên Berwarê Bala yên li sînorê bajarokê Kanî Masî yê ser bi navçeya Amêdiyê topbaran kir.

 

Rêveberê Bajarokê Kanî Masî Serbest Akreyî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku îro demjimêr 15:15ê topxaneyên Tirkiyê, Zinarê Kêste, Geliyê Dişêş û çend deverên din ên sînorê Kanî Masî topbaran kiriye.

 

Li gor gotina Serbest Akreyî, ji ber ku ew dever çiyayî ne, hêj ziyanên ku gihiştiye wan deveran nayê zanîn.

 

Tirkiye di nav vê hefteyê de sêyem car e ku deverên sînorê navçeya Amêdiyê bombebaran dike.

 

Hefteya derbasbûyî gundê Şînava ku gundê welatiyên Mesîhî ye, hat bombebarankirin û di encamê de zirar bi xaniyekî ket û bû sedema wê yekê ku gund were valakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst