YNK îro derbarê posta Parêzgarê Kerkûkê de dicive

15-06-2019
RÛDAW
Nîşan Kurdistan YNK Mehmûd Sengawî Kerkûk Çareserî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Polîtboruya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) dicive û mijara posta parzêgarê Kerkûkê û çend babetên din gotûbêj dike. Endamekî polîtboruya vê partiyê jî dibêje: “Hêviyek bo çareserbûna kêşeya posta parêzgarê Kerkûkê heye.”

 

Endamê Polîtboruya YNKê, Mehmûd Sengawî ji Rûdawê re ragihand, di civîna îro ya Polîtburoya YNKê de pirsa posta parêzgarê Kerkûkê tê gotûbêjkirin.

 

Mehmûd Sengawî diyar kir, derbarê wê mijarê de ew ligel PDKê axivîne û hêviya çareseriyê jî heye.

 

Li gor Sengawî, zehmet e di civîna îro ya Polîtburoya YNKê de behsa postên YNKê di kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bê kirin û dibêje: “Tişta heta niha heye, postên YNKê di hikûmeta bê de bi dengdan û di civîna Encûmena Serkirdayetî de tên yekalîkirin.”

 

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) çend rêkeftin bi hev re îmze kirine, lê heta niha li ser mijara posta parêzgarê Kerkûkê negîhîştine rêkeftina dawî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst