Amed (Rûdaw)- Cenazeyên 2 şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên di şerê li herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê şehîd bûbûn, li Amedê bi xakê hatin spartin.
Roja 12ê tîrmehê 2 şervanên YPGê yên ji Bakurê Kurdistanê bi navê Mehmet Salîm Çelîk ku bi navê Hogir Garzan dihat naskirin û A. Vahap Kapar ku bi navê Firat Cîlo dihat naskirin, li gundê Cibinê li rojhilatê Kobanî jiyana xwe ji dest dan.
Cenazeyên her du şervanên YPGê bi amdebûna bi hezaran kes li goristana Yenîkoy ya Amedê hatin veşartin.
Roja 11ê tîrmehê cenazeyê fermandarê YPGê Fazil Kapalak ku bi navê Kendal Dewran dihat naskirin û cenazeyê yê şervanekî din ê YPGê bi navê Mistefa Ezîz Arslan ê ku di şerê li herêma Kobanî de jiyana xwe ji dest dan, li Colemêrg û Pirsûsê bi xakê hatin spartin.



