AMED – Ji bo dîtina Betulê dest bi xebatên lêgerînê hat kirin

15-09-2025
RÛDAW
Nîşan Betul K Amed Winda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê Betul Kya 16 salî winda ye û ji bo dîtina wê dest bi xebatên lêgerînê hat kirin.

Betul K. ev du roj in winda ye.

Malbata Betulê serî li polîsan da û ji bo dîtina wê dest bi xebatên lêgerînê hat kirin

"Ji bo biçe marketê ji malê derket û venegeriya"

Li gorî agahiyên malbatê, Betul  13ê Îlonê li Taxa Korhatê ji bo ku biçe marketê ji malê derket û careke din venegeriya.

Piştî ku malbatê bi hewlên xwe nekarî bigihîje keça xwe, serî li Birêvebiriya Ewlehiyê da.

"Malbat li benda agahiyekê ye"

Hêzên ewlehiyê ji bo dîtina Betul Kyê ketin tevgerê û dest bi lêgerîneke berfireh kirine.

Malbata ku bi fikar li benda agahiyekê ji keça xwe ye, ji welatiyan xwest ku eger tiştekî derbarê Betulê de zanibin, serî li hêzên ewlehiyê bidin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst