YNK daxwaza postên cîgirê serokwezîr û serokê parlamentoyê dike

15-11-2018
RÛDAW
Nîşan Hikûmeta Kurdistanê YNK Ferîd Eseserd PDK Kakemîn Necar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Biryar e çend rojên din gotûbêjên navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bo pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê destpê bikin û YNKê jî nexşerêyek bo gotûbêja ligel aliyên siyasî amade kiriye.

 

PDKê ragihand, ku ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, berî hemû aliyan ligel YNKê dicive û di nêzîk de gotûbêj jî destpê dikin.

 

Endamê Serkirdayetiya YNKê Ferîd Eseserd ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn, ku lijneyeke hevbeş a Polîtburo, Serkirdayetî û Encûmena Navendî ya vê partiyê nexşerêyek bo gotûbêjên li ser pêkanîna hikûmetê amade kiriye û daye Lijneya Danûstandinan a YNKê.

 

Eseserd diyar kir, ku li gor nexşerêyê Lijneya Danûstandinê wan aliyan destnîşan dike ku gotûbêj ligel wan tê kirin û got, wek aliyê yekem destpêkê ligel PDKê dest bi gotûbêjan dikin.

 

PDK jî ku di hilbijartinê de bû partiya yekem dixwaze di zûtirîn dem de û bi awayekî fermî dest bi gotûbêjên pêkanîna hikûmetê bike.

 

Endamê Polîtburoya PDKê Kakemîn Necar ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku bi awayekî fermî dest bi gotûbêjên ligel YNKê nekirine û haya wan ji nexşerêya YNKê jî nîne, lê dixwazin wek yekem alî ligel wê dest bi gotûbêjan bikin.

 

Gotûbêjên herdu aliyan di demekê de ye, ku zêdeyî du hefteyan di ser pesendkirina encamên hilbijartinê re derbas dibin, gera nû ya parlamentoyê jî civiyaye lê heta niha aliyên siyasî li ser postan lihev nekirine.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst