Ji bo Serokkomariya Îraqê navê Nizar Amêdî derketiye pêş

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îraq Serokkomarî Kurd YNK PDK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî hinek rayedarên Çarçoveya Hevahengiyê ya Şîeyan, di civîna li gel Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de tekezî li ser wê yekê hatiye kirin ku divê Kurd ji bo Serokkomariya Îraqê bibin xwediyê namzedekî û navê Nizar Amêdî wekî namzed ketiye rojevê.

Hevdîtin û dan û standinên di navbera YNK û aliyên Çarçoveya Hevahengiyê de beriya hilbijartinên Serokê Parlamentoya Îraqê û her du cîgirên wî dest pê kiribûn.

Berdevkê Hevpeymaniya Nesrê Selam Zubeydî ji Rûdawê re got:

"Nêrîna Çarçoveya Hevahengiyê di civîna li gel YNKyê de ew bû ku divê li ser namzedê posta serokkomariyê li gel Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) lihevkirinekê bikin û bi du namzedan neçin parlamentoyê.

Çimkî hebûna du namzedan ji bo Çarçoveya Hevahengiyê dibe sedema dudiliyê bê ma dê dengê xwe bide kîjanî."

Serlêdan heta 4ê Kanûna Paşîn didomin

Serlêdanên ji bo namzediya posta serokkomariyê 31ê Kanûna Pêşîn a 2025an dest pê kir û dê heta 4ê Kanûna Paşîn a 2026an bidome.

Di vê demê de divê kesên ku dê bibin namzed navên xwe bi awayekî fermî li parlamentoyê tomar bikin.

Selam Zubeydî diyar kir ku YNKyê di civîna li gel Çarçoveya Hevahengiyê de çend namzed pêşkêş kirine û yê herî berbiçav Nizar Amêdî bûye.

Zubeydî got, "Ti dilgiraniyên Çarçoveya Hevahengiyê li ser wî nînin, ji ber ku paşxaneya wî dizane."

Nizar Amêdî di kabîneya niha ya hikûmeta Îraqê de Wezîrê Jîngehê bû.

Paşê di çarçoveya para YNKyê de erkê xwe radestî Helo Eskerî kiribû.

Yek ji birêvebirên Rêxistina Bedrê Ebû Mîsak Mesarî jî ji Rûdawê re got, "Navê Nizar Amêdî ji bo posta serokkomariyê bi awayekî bihêz ketiye rojevê."

Li gorî destûrê, divê serokkomar piştî rûniştina yekem a gera nû ya parlamentoyê di nava 30 rojan de were hilbijartin.

Parlamentoyê rûniştina xwe ya yekem 29ê Kanûna Pêşîn a 2025an kiribû.

Endamê Desteya Giştî ya Tevgera Hîkmetê Ehmed Îsawî ji Rûdawê re anî ziman:

"Hevdîtinên di navbera Çarçoveya Hevahengiyê û YNKyê de bêhtir li ser wê yekê bûn ku Kurd ji bo posta serokkomariyê bibin xwediyê namzedekî.

Carinan armanca belavkirina navê namzedekî ji bo postekê ew e ku şansê namzediyê bişewitînin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst