Helebce (Rûdaw) - Sekreterê Encûmena Wezîran a Iraqê Mehdî Ellaq di merasîma 30mîn salvegera kîmyarabarankirina Helebceyê de ragihand, têkildarî pêwnediyên navbera Bexda û Hewlêrê, heta berî Newrozê nûçeyên xweş di rê de ne.
Îro sîyemîn salvegera bombebarankirina Helebce bi çekên kîmyayî ji aliyê artêşa Iraqê ya serdema Beis, hate bîranîn û şandeke hikûmeta Iraqê jî merasîma taybet a bîranîna vê salvegerê ya li Helebceyê de beşdar bibû.
Sekreterê Encûmena Wezîran a Iraqê Mehdî Ellaq jî bi nûneratiya Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di di merasîma 30mîn salvegera kîmyarabarankirina Helebceyê de amade bibû. Mehdî Ellaq di vê merasimê d egotarek pêşkêş kir û ragihand, karesata kîmyabarankirina Helebce ti caran nayê jibîrkirin û got, em dê bîranîna kîmyabarankirina Helebce bikin bingehek ji bo pêkvejiyanê.
Ellaq da xuyakirin, ku serokwezîrê Iraqê berî çend rojan biryara pêwîst ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêrê û Bexdayê daye.
Bi gotina Mehdî Ellaq heta berî Newrozê, ew li benda nûçeyên xweştir ên derbarê pêwendiyên Bexday û Hewlêrê de ne.
Sekreterê Encûmena Wezîran a Iraqê wiha axivî: “Şerefe ji bo me, ez û şêwirmendê leşkerî yê fermandarê giştî yê hêzên çekdar nûneratiya birêz serokê enûcmena wezîran bikin. Birêz serkê encûmena wezîran ji me xwest, em silavên wî bigihînin xelkê Helebce derbarê salvegera bûyera tawankar ya kîmyabarankirina Helebce. Berî çend rojan birêz serokê encûmena wezîran gavên yekem ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên ligel Herêma Kurdistanê ragihand. Ev gav bi vekirina herdu balafirxaneyên Hewlêr û Silêmaniyê dest pê kirin, herweha rênmayî derbarê xerckirina mûçeya fermanberan de derketin, hewl ji bo karê bankî jî tê kirin û di pirsên bacê û deriyên sînorî de, wê hemû li gor sîstemeke yekgirtî bin, ji deriyên sînorî yên herêmî heta deriyên sînorî yên parêzgehên din. Herweha hewleke berfireh tê dayin derbarê li hevkirin li ser hurgiliyên berhemên petrolê û çandina petrolê. Înşala emosfera xêrê ligel nêzîkbûna rojên Newrozê heye.”



