Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku dema şerê Îranê bi dawî bibe, bihayê petrolê dê li bazarên cîhanê bi lezeke mezin dakeve.
Trump her wiha diyar kir ku wî bi qestî hinek binesaziyên petrol û xizmetguzariyê yên Tehranê armanc nekirine, çimkî ew naxwaze gelê wî welatî rastî trawmaya demdirêj bibe.
Donald Trump bi rêya telefonê bi medyaya welatê xwe re axivî.
Serokê Amerîkayê bal kişand ser pêşhatên dawî yên şer û bandora wan a li ser bazara enerjiyê.
Trump di berdewamiyê jî de got, "Çawa ku şer bi dawî bû, bihayê petrolê dê wekî berê dakeve. Ez bawer dikim ku şer dê gelekî nedomê."
Donald Trump li ser şandina hêzên bejayî ya ji bo nav axa Îranê ti agahî neda û got:
"Nêrîna min neguheriye lê ez naxwazim stratejiya xwe ya leşkerî ji rojnamegeran re eşkere bikim."
Amerîkayê roja înê êrişî girava Xarkê kiribû.
Trump li ser vê jî êrişê got, "Tevahiya giravê ji kar ketiye. Tenê boriya petrolê nebe ku min bi qestî nexwest ez lê bixim; çimkî çêkirina wan salan dikşîne."
Serokê Amerîkayê tekez kir ku wî rê nedaye êriş nêzîkî 90 metreyan nêzîkî saziyeke petrolê bibin.
Trump diyar kir ku ew naxwaze gelê Îranê rastî karesatên demdirêj bibe.
Ji ber vê yekê wî gelek binesazî parastine.
Trump di berdewamiyê jî de got, "Ez dikarim di nava saetekê de hemû stasyonên elektrîkê yên Îranê têk bibim lê ez hîna xwe ji vê yekê diparêzim çimkî avakirina wan wext dixwaze."
Operasyonên leşkerî yên Amerîka û Îsraîlê yên li dijî Îranê 28ê Sibatê dest pê kirin.
Tehranê bi mûşek û dronan bersiv da. Wekî bertek, berpirsên Îranê gefê dixwin ku ew dê binesaziya enerjî û elektrîka Welatên Kendavê bikin hedef.
Tengava Hurmizê ku rêya sereke ya veguhastina petrola cîhanê ye, ji 2yê Adarê ve ji aliyê Îranê ve hatiye girtin.
Ev yek bûye sedem ku çavê cîhanê li ser bihayê petrol û ewlehiya enerjiyê be.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse