Mesihî ji bo 5 kursiyan ketine rikeberiyeke germ

16-04-2018
RÛDAW
Nîşan Hilbijartin Duhok Mesihî
A+ A-

Duhok (Rûdaw) – Mesihîyên li Herêma Kurdistanê û Iraqê ji bo 5 kursiyên parlamentoya Iraqê yên bo kontenjana wan hatine veqetandin ketine rikêberiyeke germ.

 

Piştî ku sala 2003yê rejîma Beas hat hilweşandin bajarê Duhokê yê Başûrê Kurdistanê bo pêkhateyan bû navenda aramî û aştiyê. Li Duhokê 60 gundên xiristiyanan hene

 

Biryare roja 12ê Gulanê li seranserê Iraq û Herêma Kurdistanê hilbijartinên giştî werin kirin.

 

Derbarê hilbijartinan de IraqêSerokê Encûmena Suryanî, Aşûrî û Keldaniyên Kurdistanî Şemsedîn Gorgîs ji Rûdawê re got: “Vê carê rikeberiya di navbera namzedên xiristiyan de li parêzgeha Duhokê germtir e ji heyamên din ên hilbijartinan. Li seranserê Iraqê xiristiyanan di nav 7 lîsteyan de li Duhokê jî di nav 6 lîsteyan de namzêdên wan hene. Rewşa xiristiyanên li Duhokê ji rewşa xiristiyanên li bajarên din baştir e. Em pêşbînî dikin ku rêjeya beşdarkirina xirisyanên li Duhokê dê ji ya hemû bajarên Iraqê zêdetir be.”

 

Şemsedîn Gorgîs da zanîn ku di nav lîsteya wan de 10 namzed hene û ji wan 4 li Duhok û Mûsilê ne û lewma jî dê giraniyê bidin vê herêmê.

 

Gorgîs da xuyandin ku ew li bajarê Mûsilê nikarin bi serbestî bangeşeya hilbijartinan bikin.

 

Sala 1982yê milyonek û 500 hezar xiristiyan li Iraq û Herêma Kurdistanê hebûn, lê niha hejmara xiristiyan daketiye 400 hezarî. Piraniya xiristiyanan li bajarê Duhok û Deşta Neynewa dijîn.


Berpirsê Ragihandina Tevgera Asuriyên Demokrat Naîl Siqîl jî got: “Bangeşeya xiristiyanan li Duhokê germtir e, ji bajarên din. Bi giştî 60 namzedên xiristiyanan hene û ji 7 lîsteyên Duhokê di nav 6 lîsteyan de namzedên me hene. Em li Duhokê tenê di nav lîsteya Babilyon a ser bi Heşda Şeibî de nînin.”


Namzeda Keldanî, Asurî û Suryaniyan li Duhokê Caroline Edwar jî wiha axifî: “Xiristiyanên di bin kontrola desthilatdariya Iraqê de rastî zilmeke tund têne. Em ji bo ji vê zilmê rizgar bibin hewl didin.”


Caroline Edwar herwiha tekez kir ku ew dê wek xiristiyan giraniya xebatên xwe bidin Duhokê.


Xiristiyan ji bo parlamentoya Iraqê li her bajarê Hewlêrê, Duhok, Kerkûk, Mûsil û Bexdayê yek kursî heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst