Hewlêr (Rûdaw) – Li Rojavayê Kurdistanê, di rojên cejnê de serdana goristanan û bi taybetî jî gorên şehîdan bûye çand. Goristana Şehîdan a Kobanî jî yek ji wan goristanan e, ku malbatên şehîdan di vê Cejna Remezanê de serdan kirin.
Dema DAIŞê êrîşî Kobanî kir, Şehîd Bengîn li Hewlêrê bû. Malbata wî koçber dibin lê beriya ew malbata xwe bibîne xwe digihîne Kobanî û bi armanca berevanîkirina bajêrê xwe, çek hildigire.
Şehîd Bengîn di sersalê de jidayik bibû û dixwest di sersalekî de daweta xwe bike. Lê çarenivîsa wî bi awayekî din bû û ew roja sersalê şehîd bû.
Dayika Şehîd Bengîn, Heyam Şûkrî dibêje: “Min ew li Hewlêrê dît lê paşî min ew nedît. Dema şehîd jî bû min termê wî nedît.”
Hêj hesret û bêrîkirina Şehîd Bengîn ji dilê dayika wî derneketiye. Wê ji bo jiyana hevjînî ya kurê xwe hemû amadekarî jî kiribûn lê mirazê kurê xwe jî nedît.
Bavê Şehîd Bengîn, Mihemed Delal jî dibêje, ku neyarên kurdan sond xwarine li kuderê kurdek hebe li dijî bisekinin.
Li Goristana Şehîdên Kobanî hinek gor bêkêl û bênansname ne lê hemwelatiyên Kobanî cangoriyên bajarê xwe jî jibîr nakin.
Li Dezgeha Şehîdan a Kobanî wêneyên nêzîkî hezar û 300 şehîdan hatiye hilavêstin, ku di dema azadkirina vî bajarî de şedîd bibûn. Di nava şehîdan de brîtanî, amerîkî û herwiha şervanên biyanî yên ji welatên din jî hene.
Berpirsê Dezgeha Şehîdan a Kobanî Arif Balî dibêje: “Herçend xelkê Kobanî hêj di xema şehîdên xwe de ye lê dilweş in ku bajarê wan neketiye destê çekdarên DAIŞê.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse