Li Stenbolê gor biha bûne: 'Em miriyên xwe dibin bajarên xwe'

18-12-2025
Omer Sonmez
Goristanke Stenbolê /Wêne û dîmen: Faruk Uysal - Rûdaw
Goristanke Stenbolê /Wêne û dîmen: Faruk Uysal - Rûdaw
Nîşan Stenbol Gor Goristan Mirin Bihabûn
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Jiyana li Stenbolê çiqas biha be, mirina li wir jî ewqas biha û giran e.

Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê biryar da ku ji 1ê Kanûna Paşîn a 2026an û şûnde bihayê cihê goran ji 10 hezar lîreyî Tirkî dest pê bike û heta 334 hezar lîreyî biguhere.

Li Stenbola ku xwedî nifûseke zêdetirî 16 mîlyonî ye, derdora 600 goristan hene.

Li bajêr salane derdora 100-110 hezar kes tên binaxkirin û goristanên bajêr her diçe tijî dibin.

Ji ber bihabûn û kêmbûna cihan, beşekî niştecihên Stenbolê li dewsa ku miriyên xwe li Stenbolê bin ax bikin, dibin li bajarên xwe bin ax dikin.

"Ax û kevirê Stenbolê zêr in"

Berê ji bo Stenbolê dihat gotin ku “ax û kevirê Stenbolê zêr in”, ev gotin her diçe xwe zêdetir derdixe pêş.

Bi biryara Meclisa Şaredariyê, ji serê sala 2026an şûnde nirxê cihê goran di navbera ji sedî 50 heta ji sedî 200î de giran bû.

Bi vî awayî, li Stenbolê gora herî erzan 10 hezar û 728 lîre (nêzikî 260 dolar), gora herî biha jî 334 hezar û 896 lîre (8 hezar dolar) hat destnîşankirin.

Nirxê xêratan jî ji sedî 700 zêde bû û derket 500 hezar lîreyî.

Goristanên luks ji bo dewlemendan e

Goristanên navdar ên wekî Karacaahmet, Nakkaştepe, Zincirlikuyu û Aşiyan wekî koma ewil tên binavkirin.

Goristana Aşiyanê ku li Hesara Rumeliyê ye, ji ber menzereya xwe ya deryayê yek ji goristana herî biha yên Stenbolê ye.

Li wan goristanan, bihayê goreke vala 334 hezar û 896 lîreyê Tirkî ye.

Niştecihê Stenbolê Adem Atalay diyar kir ku li nav bajêr cih nemaye û got:

"Ji ber vê yekê li derveyî bajêr êdî li kû derê cih hebe miriyan li wê derê bin ax dikin.

Em piranî miriyên xwe dibin bajarê xwe. Goristanên Zincirlikuyu û Karacaahmetê piranî ji bo dewlemendan e. Kesên feqîr piranî li Kilyosê tên binaxkirin."

Welatî miriyên xwe vediguhêzin bajarên xwe

Ji ber ku cih kêm e û nirx giran in, gelek kes tercîh dikin ku cenazeyên xwe bibin bajarên xwe yên jidayikbûnê.

Niştecihê Stenbolê Paşa Kartal jî got, "Ji ber ku gorên li Stenbolê pir biha ne, em miriyên xwe dibin bajarê xwe, li Sêwasê bin ax dikin.

Ji ber ku li navenda Stenbolê cih nayê peydakirin, ji sedî 90ê xizmên me cenazeyên xwe dibin memleket."

Hêjayî gotinê ye ku xizmetên wekî mirîşûştin, tabûtên darî, karûbarên binaxkirina cinaze û veguhastina cinazeyê ji bo derveyî Stenbolê ji aliyê şaredariyê ve belaş tê dayîn.

Mesrefê çêkirina gorê jî giran bûye

Ne tenê cihê gorê, bihayê çêkirina goran a bi mermer jî her diçe giran dibe.

Li gorî model û kalîteya mermer, bihayê wan diguhere.

Hostayê gorçêkirinê Ali Uçar li ser nirxan got, "Li Stenbolê çêkirina gorên bi mermer ji 30 hezar lîreyî Tirkî dest pê dike heta 100 hezar lîreyî diguhere.

Li gorî kalîteya mermer nirxê wê diguhere. Em pêşî ji Birêvebiriya Goristanan ruxseta înşaatê derdixin. Dûre heta mehekê wê gorê çêdikin û teslîm dikin."

Bi fermî nifûsa Stenbolê 16 mîlyon û 500 hezar e. Li bajêr 497 goristanên Misilmanan, 67 goristanên nemisilmanan û bi giştî derdora 600 goristan hene.

Rûbera giştî ya goristanan 12 hezar donim e. Rojane li Stenbolê nêzîkî 300 kes tên binaxkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst