کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

CNK banga Neteweyên Yekbûyî dike

CNK banga Neteweyên Yekbûyî dike

Kurdistan

CNK: Armanca êrişên Tirkiyê astengkirina serxwebûnê ye

RÛDAW

RÛDAW

16-06-2020
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW16-06-2020

Nûçeyên Têkildar

DAIŞê li Hisîçayê êrişî xaleke Asayîşê kir: Kuştî û birîndar hene
Kurdistan25-11-2026

DAIŞê li Hisîçayê êrişî xaleke Asayîşê kir: Kuştî û birîndar hene

Mistefa Hîcrî: Rewşa Herêma Kurdistanê di bin gefeke mezin de ye
Kurdistan25-11-2026

Mistefa Hîcrî: Rewşa Herêma Kurdistanê di bin gefeke mezin de ye

'Amerîkayê ji Zeydî re gotiye, nabe ku hêzê li dijî Herêma Kurdistanê bi kar bîne'
Kurdistan25-11-2026

'Amerîkayê ji Zeydî re gotiye, nabe ku hêzê li dijî Herêma Kurdistanê bi kar bîne'

Hewlêr (Rûdaw) - Ciwanên Netewî yên Kurdistanê (CNK) êrişên Tirkiyê yên li Başûrê Kurdistanê bi hinceta hebûna bingehên PKKê weke “dagirkerî” pênase kir û ragihand, ku armanca wan êrişa ew e ku rastiya netewe-dewletî ya Kurdan û têkoşîna wan a serxwebûnê asteng bike.

Ciwanên Netewî yên Kurdistanê bi daxuyaniyekê tevgerên Tirkiyê yên li Başûrê Kurdistanê şermezar kir û ragihand ku “Komara Tirkiyê ya kolonyalîst êriş û dagiriyên xwe yên li ser her sê parçeyên Kurdistanê bênavber didomîne.”

CNK dibêje: “Di demên dawî de Komara Tirk di qadeke fireh de bomberanên ku bi êrişa hewayî dike, li Kurdistana Başûr ji Kampa Penaberan a Mexmûrê ku hetanî Biradost û Şengalê jî dirêj dibe (Qadên cihnişînên sivîlan jî têde heye) ku ji alî Komîseriya  Bilind a Penaberan li  Neteweyên Yekbûyî jî  tê naskirin, xuya dike ku Komara Tirk xwestekên xwe yên mêtinkar dixwaze fireh bike û asta êrîşên xwe jî bilindtir bike.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de CNK dibêje  herçend Tirkiyê hebûba binkeyên PKKê weke sedem nîşan bide jî “armanca dewletê ya bingehîn ligel xwestekên xwe yên mêtinkar  diyar e ku rastiya netewe-dewletî ya Kurdan û têkoşîna wan ya serxwebûnê asteng bike.”

Herwiha bagn li civaka navnetewî dike û dibêje: “Bêdengiya civakên navneteweyî berdewamiya êrîşên Komara Tirk ên bi vî awayî rê li ber wêrekiya bilindkirina doza dagirkeriyê li Kurdistana Başûrrojava vedike. Em wekî CNK, Neteweyên Yekbûyî di serî de em bangî  civakên navneteweyî dikin da ku zextekî li ser Dewleta Tirk çêbikin û ev êrîş bi dawî bibin.”

Pirsên