Li Wanê erdhej çêbû

16-06-2023
RÛDAW
Nîşan Erdhej Parêzgeha Wanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê îro erdhej çêbû.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez li Tirkiyê (AFAD) ragihand, îro 16ê Hezîrana 2023an li parêzgeha Wanê erdhejek çêbû.

Li gor AFADê, erdhej li navçeya Tuşpa ya Wanê û di demjimêr 12:54 xûlekan de çêbûye.

Hatiye ragihandin, hêza erdhejê 4.1 pileyê Rîxter û di kûrahiya 7.01 kîlometriya erdê de bûye.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, ji ber erdhejê ti zirar çênebûne.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst