YNK: Referandum armanca sereke ya serdana me bo Îranê ye

16-07-2017
Rûdaw
Nîşan YNK Îran Serdan Referandum Kurdistan Rifet Ebdullah
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Endamê Polîtboruya YNKê, Rifet Ebcullah ragihand, ku armanca sereke ya serdana şanda YNKê bo Îranê gotûbêjkirina referanduma Başûrê Kurdistanê ye.

 

Rifet Ebdullah di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re got, Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) bi ti awayî ji wê komdengiya ku li Başûrê Kurdistanê li ser referandumê çêbûye, dernakeve û tekez kir, armanca serdanên YNKê yên di demên dawiyê de jî, her ji bo heman mijarê ne.

 

Rifet Ebdullah herwiha tekez kir, ku beşdarbûna YNKê di referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê de bi merc e û got: “Li gel ku em piştevaniyê li referandumê dikin, lê belê di civîna xwe ya li gel PDKê de em dê wê peyamê bigihînin wan ku bêyî aktîvkirina parlamentoyê, em beşdarî di referandumê de nakin.”

 

Wî serkirdeyê YNKê behsa serdana şandeke YNKê bo Îranê û armanca wê serdanê jî kir û destnîşan kir: “Rast e ku me hinek arîşeyên weke girtina avê li gel Îranê hene, ew sand dê behsa wan jî bike, lê belê armanca sereke ya wê serdanê behskirina referandumê ye.”

 

Medyayên YNKê dane xuyakirin, ku li ser vexwandina fermî ya Îranê, îro yekşembî 16ê Tîrmeha 2017ê şandeke pilebilind a wê partiyê dê bi serpireştiya Cîgirê Yekemê Sekreterê Giştî yê YNKê, Kosret Resûl Elî û bi endambûna Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtboruya YNKê Mela Bextiyar û Endamê Polîtboruyê Mehmûd Sengawî û çend berpirsên din serdana Tehranê dikin.

 

Êvariya duh şembiyê jî bo dana zanyariyan li ser serdana xwe ya bo Îranê û herwiha ji bo gotûbêjkirina mijara aktîvkirina Parlamentoya Kurdistanê, şandeke YNKê serdana Tevgera Goranê kir.

 

Herwiha îro yekşembî jî şandeke YNKê serdana Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) kir. Derbarê naveroka wê civînê de ti zanyarî nehatine dan.

 

Piştî civîna şanda YNKê ya li gel Goranê, Endamê Polîtboruya YNKê Seidî Ehmed Pîre di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re got: “Şandeke YNKê bo Komara Îslamiya Îranê hatiye vexwandin, bo gotûbêjkirina li ser mijarên cuda cuda, yek ji wan mijarên ku gotûbêj li ser tê kirin, mijara referandumê ye. Hinek hûrde mijarên din hene, weke sînor, av, kehreba, bazirganî û çend mijarên din, ku dê di navbera her du aliyan de bihên gengeşekirin.”

 

Derbarê helwesta YNKê ya li hember bertekên welatan li ser referandumê de, Seidî Ehmed Pîre tekez kir: “Bersiva me bo bertekên roja 25ê Îlona îsal û li hember referandumê, bo welatên herêmî û Îranê ev e, ku em mijara referandumê weke mafekî yasayî yê xelkê Kurdistanê û weke derwazeyeke yasayî bo mafê diyarkirina çarenivîsê û dewleta serbixwe dizanin, tekez YNK jî ji komdengiya kurdî dernakeve.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst