Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Parastinê yê Estonyayê civiyan

16-07-2025
Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Parastinê yê Estonyayê / Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê
Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Parastinê yê Estonyayê / Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Wezîrê Parastinê yê Estonyayê Hanno Pevkur Civîn Koalîsyon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Parastinê yê Estonyayê Hanno Pevkur li Hewlêrê li hev civiyan.

Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku di civînê behsa pêwendiyên Estonyayê yên li gel Îraq û Herêma Kurdistanê, bi taybetî jî pêwendiyên di warên hevkarîya ewlehî û parastinê de hatiye kirin.

Her wiha qala rola Estonyayê ya di çarçoveya Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê (Koalîsyon) de hatiye kirin.

Nêçîrvan Barzanî ji bo piştevaniya wê ya ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê, bi taybetî jî ji bo piştevaniya di têkoşîna li dijî terorê de spasiya Estonyayê kir.

Nêçîrvan Barzanî amadehiya Herêma Kurdistanê ya ji bo bipêşxistina hevkariyên hevbeş ên di hemû waran de yên li gel Estonyayê jî nîşan da.

Wezîrê Parastinê yê Estonyayê Hanno Pevkur jî bal kişand ser daxwaza welatê xwe ya ji bo berfirehkirina pêwendiyan û bipêşxistina hevkariyên hevbeş ên li gel Îraq û Herêma Kurdistanê.

Estonya pesnê Herêma Kurdistanê dide

Hanno Pevkur diyar kir ku Estonya ji bo rola Herêma Kurdistanê ya di têkşikandina DAIŞê û rûbirûbûna terorê de pesindarê Herêma Kurdistanê ye.

Pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, rewşa Sûriyeyê, pêşhatên dawî yên Rojhilata Navîn û “çend mijarên din ên girîng ên hevbeş” jî mijarên din ên civînê bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst