Duhok (Rûdaw) - Tomas Ebdulla, zarokekî ji Şingalê ye û di sala 2014 ketibû destê çekdarên DAIŞê. 20ê Tîrmeha îsal, li bajarê Mûsilê DAIŞê ew amade dikir, ku çalakiyekî xwekujiyê bike û xwe di nava leşkerên Iraqê de biteqîne. Ji Tomas re kembera bombekirî amade kirin lê berî ku xwe biteqîne, ew xaniyê têde dima ji aliyê balafiran ve hate bombebaran kirin.
Eger balafiran ew xaniyê Tomas tê de bombebaran nekirinbana, di 20ê Tîrmeha 2017ê de wî dê xwe bi leşkerên Iraqê ve teqandiba. Bi gotina wî, kembera bombekirî bi pişta wî ve girêdan û ew amade bû.
Lê paşî bi bombebarana balafiran bi giranî birîndar bû. Ji xwekuştinê filitî lê niha ji ber giraniya birînên xwe dinale.
Tomas Ebdullah dibêje: “Ji min re gotin here xwe biteqîne tu dê herî beheştê.”
Niha Tomas Ebdullah gihiştiye malbata xwe lê rewşa wî ya derûnî gelek xerabe û herdu lingên wî ligel serê wî bi giranî birîndar in.
Dayika Tomas, Sewre Murad diyar dike: “Herdu lingên wî şkestine. Serê wî birîndar e, dema em pêre diaxivin aciz dibe û xwe tûre dike. Ez nikarin pêre biaxivim. Ew niha mixtacê hemû tiştan e.”
Tomas ji axaftin û pirsa hez nake, û gelek zû jî hêrs dibe. Kesûkarên wî dibêjin, pêwîstiya Tomas bi çavdêriya pizîşkî û çareseriya berdewam heye, lê şiyanên wan yên abûrî nînin.
Birayê wî Necîm Ebdullah jî dibêje: “Beriya xwe biteqîne bi nîv seetî balafiran lê da. DAIŞiyan ew li gel xwe birine şer. Niha bêhna wî teng dibe û nikare biaxive. Pêwîstiya wî bi çareseriya pizîşkî heye lê şiyan û derfetên me nînin. Em di kampên koçberiyê de dijîn.”
Tomas ji zîndana DAIŞiyan vegeriyaye nav malbata xwe. Lê niha jî hêviya wî ew e, ku lingên wî baş bibin û ew vegere nava zarokan da ku yarî û lîstokan bilke.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse