Dema hat revandin 10 salî bû, xortê Kurd hat rizgarkirin

27-12-2023
Eyûb Nisrî
Eyûb Nisrî
Li Kampa Çamişkoyê ya Zaxoyê bi dehol û zirneyê hat pêşwazîkirin
Li Kampa Çamişkoyê ya Zaxoyê bi dehol û zirneyê hat pêşwazîkirin
Nîşan Kurdên Êzidî Şingal DAIŞ Revandin Rizgarkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Xortekî Kurd ê Êzidî yê ku DAIŞê ew ji Şingalê revandibû, piştî 9 salan hat rizgarkirin.

Berpirsê Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzidî Husên Qaîdî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:

“Ciwanekî Êzidî yê ku beriya niha bi 9 salan hatibû revandin hat rizgarkirin.”

Ciwanê 19 salî dema ji Şingalê hatibû revandin 10 salî bû.

Ew xelkê gundê Sîba Şêx Xidir ê Şingalê ye, duh li Kampa Çemişkoyê ya Zaxoyê bi dahol û zirneyê hat pêşwazîkirin.

Li gorî Husên Qaîdî, ji malbata wî ciwanî 11 kes hatine revandin û ev kesê sisêyan ê wê malbatê ye ku hatiye rizgarkirin.

Husên Qaîdî destnîşan kir, ji bo ew hewl didin birayê wî rizgar bikin navê ciwanê rizgarkirî eşkere nakin û wêneyê wî belav nakin.

Ciwanê navborî bi xwe nexwest ji medyayê re biaxive lê xizma wî Besê Qasimê ji Rûdawê re got:

“Îro êxsîrekî me yê xelkê Sîba Şêx Xidirê hatiye, em ji ber wî hatîne vê derê. Kêfa me gelekî hatiye û em bixêrhatine hemûyan dikin.”

Dapîra wî Pîrê Hesê jî got:

“Ev kurê min e neviyê min e. DAIŞê 15 kes ji mala min birin û hîn jî 8 kes di destê wan de ne. Dayîk û bavê wî li Awistralyayê ne.”

Çi bûbû?

DAIŞê 3yê Tebaxa 2014an êrişî Şingalê kir. Derdora 5 hezar Kurdên Êzidî kuştin, 6 hezar û 417 Kurdên Êzidî jî revandin.

Qaîdî da zanîn ku heta niha 3 hezar û 576 Kurdên Êzidî ji destên DAIŞê hatine rizgarkirin.

Li gorî Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzidî, beriya vê êrişa DAIŞê, li Îraqê 550 hezar Kurdên Êzidî hebûn.

Li gorî amarên heman saziyê niha li kampên Herêma Kurdistanê 135 hezar û 860 Kurdên Êzidî dijîn.

Herî kêm 120 hezar Kurdên Êzidî jî koçî derveyî welêt kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst