Hewlêr (Rûdaw) - Li Colemêrgê, xwepêşandan, meş, grev, vekirina kon û stant û daxuyaniyên çapemeniyê û herwiha hemû cure çalakî bo maweyê mehekê hatin qedexekirin.
Li gor daxuyaniya Parêzgeriya Colemêrgê bi hinceta operasyonên li hemberî PKK, li wê parêzgeha Bakûrê Kurdistanê, lidarxistina çalakiya rûniştinê, xwepêşandan, meş, grev, daxuyaniyên çapemeniyê, vekirina kon û stantan û hemû cure çalakiyên din bo heyama mehekê hatine qedexekirin.
Hatiye ragihandin ew qedexeya ku navenda bajêr, navçe û bajarokên ser bi wê parêzgehê ve jî li xwe digire, ji 17ê Tebaxê heta 15ê Îlonê dê dewam bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse