Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebiriya Keşnasiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku îro û sibe dê baran û berf bibarin.
Pisporên keşnasiyê pêşbînî dikin ku roja duşemê li navendên bajarên Silêmanî, Helebce, Dihok û derdora Hewlêrê berf bibare.
Birêvebiriya Keşnasiyê diyar kir ku îro asman ewravî ye û li piraniya deveran baran dibare.
Li herêmên sînorî û çiyayên bilind berf dibare û li deverên nîvbilind jî berf û baranê bi hev re dibarin.
Ji bo sibe jî hat ragihandin ku dê li hemû deveran baran bibare û li hinek cihan rêjeya baranê zêde bibe.
Bi taybetî li herêmên çiyayî û rojhilatê Herêma Kurdistanê baran û li cihên bilind jî berf dê bibare.
Tê pêşbînîkirin ku sibe li Silêmanî û Germiyanê leza bayê zêde bibe û bigihêje 35 kîlometreyan.
Pisporê Keşnasiyê Mihemed Kemal ji Rûdawê re da zanîn ku roja duşemê li Soran, Hacî Omeran, çiyayên Korek û Sefînê, Mêrgesor û herêmên din ên çiyayî yên Hewlêrê berf dibare.
Her wiha li navenda Silêmanî, Qeredax û Sengawê jî berf tê payîn.
Kemal diyar kir ku li Amêdî, Bamernê û navendên bajarên Zaxo û Dihokê jî egera berfbarînê heye.
Li parêzgeha Helebceyê jî li Tewêle û Biyareyê berf dibare û tê pêşbînîkirin li navenda bajêr jî bibare.
Li gorî pisporan, roja sêşemê rewş asayî dibe lê bi hatina sersalê re pêleke nû û bihêz a berf û baranê dê Başûrê Kurdistanê bigire bin bandora xwe.
Pisporê Keşnasiyê Şalaw Hidayet jî ji Rûdawê re ragihand:
"Eger heye ji duşemê heta dawiya hefteyê li piraniya navendên bajaran û cihên ku 600 metreyan ji asta deryayê bilind in berf bibare."
Pileyên germahiyê li gorî doh 2-5 pileyan daketine.
Sibe pileyên germahiyê dê wiha bin: Hewlêr û Zaxo 10, Silêmanî û Soran 7, Dihok 9, Kerkûk 11, Helebce 8 û Germiyan 12 pile.
Li aliyê din, ji ber berfê rêya Zînî Wertê ya li nahiyeya Wertê ya Hewlêrê ku îdareyên Soran û Raperînê bi hev ve girê dide hat girtin.
Birêvebirê nahiyeya Wertê Şoriş Hesen ji Rûdawê re anî ziman:
"Rêya Zînî Wertê bi temamî girtî ye û ji bo çûn û hatinê ne guncav e.
Heta otomobîlên 4x4 jî nikarin derbas bibin."
Hesen diyar kir ku nêzîkî 20 santîmetre berf bariyaye û daxwaz ji welatiyan kir ku ji bo parastina canê xwe wê rêyê bi kar neyînin.
Hat diyarkirin ku tîmên paqijkirinê dest bi vekirina rê kirine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse