‘Tevgera Ciwanên Şoreşger’ derbarê êrişa li ser ofîsa PDK-Sê daxuyanî da
Hewlêr (Rûdaw) - Grûpa bi navê ‘Tevgera Ciwanên Şoreşger’ derbarê êrişa li ser ofîsa PDKSê daxuyanî da û red kir ku ti peywendiyek wan li gel wê êrişê hebe.
Grûpa bi navê ‘Tevgera Ciwanên Şoreşger’ derbarê êrişa li ser ofîsa Partiya Demokrata Kurdistanê li Sûriyê (PDK-S) ya li bajarê Qamişlo daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniya ‘Tevgera Ciwanên Şoreşger’ de amaje bi pêngava ku bi dirûşma ‘Em ê teqez ser bikevin’ ji aliyê wê grûpê ve hatiye ragihandin, hatiye kirin û hatiye gotin, “Me îlankirina pêngava xwe bi pîrozbahiyan pêk anî.”
Di dewama daxuyaniyê de hatiye gotin, “Di dema pîrozbahiya li Qamişloyê de, ji aliyê hindek kesên nenas ve ku xwestin vê îlankirina pêngava me di bin siyê de bihêlin, li ser deriyê buroya partiya PDKS’ê hindek nivîs hatine nivîsandin.”
‘Tevgera Ciwanên Şoreşger’ di daxuyaniya xwe de wê êrişa li ser ofîsa PDK-Sê wek “provakasyon” dibîne û “li dijî gelê Kurd” binav dike û dibêje, “Em hemû aliyan vedixwînin hişyarbûna li dijî bûyerên wiha provokatîf. Em daxwaz dikin ku bûyerên wiha bi tevgera me ve neyên girêdan.”
Ev daxuyanî di demekê de ye ku Endamê Rêveberiya ENKSê û Berpirsê Îdarî yê Polîtbûroya PDK-Sê Mihemed Îsmaîl ji Rûdawê re ragihandibû ku duh Şemiyê 15ê Tebaxa 2020an Ciwanên Şoreşger li Qamişlo avêtine ser navenda wan û avahiya wan şewitandine.
Mihemed Îsmaîl gotibû ku wê grûbê logoya partiyê û Ala Kurdistanê jî li ser dîwarê navendê boyax kirine û sloganên PKKê li ser derî û dîwarê wê nivîsandine.
Berpirsê Ragihandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mistefa Balî jî derbarê bûyerê de ji Rûdawê re ragihandibp, ku çend kesên bê serûber êrîşî navenda PDK-Sê ya li Qamişlo kirin û ew wek karekî “nezan” binav kiribû û şermezar kiribû.
Mistefa Balî herwiha tekez kiribû ku ev kiryar têkderane ye û navê Rêveberiya Xweser xirab dike û wê hesabê encamderên wê bê kirin û amaje bi wê jî kiribû ku ev kiryar ti başiyê li hemerengiya Rojavayê Kurdistanê nake.