Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsê Îdarî yê Polîtbûroya Partiya Demokrata Kurdistanê li Sûriyê (PDK-S) Mihemed Ismaîl ragihand ku hinek kesan êrişî avahiya PDK-Sê kirine û logoya partiyê û Ala Kurdistanê yên li ser dîwar boyax kirine. Berpirsê Ragihandinê yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mistefa Balî ragihand ku kesên ku ew kiryar kirinê dê bêne cezakirin.
Endamê Rêveberiya ENKSê û Berpirsê Îdarî yê Polîtbûroya PDK-Sê Mihemed Îsmaîl ji Rûdawê re ragihand ku îro Şemiyê 15ê Tebaxa 2020an hinek kesan li Qamişlo avêtin ser navenda wan, avahiya wan şewitandin.
Mihemed Îsmaîl eşkere kir, ku ew grûp logoya wê partiyê û Ala Kurdistanê jî li ser dîwarê navendê boyax kirin û siloganên PKKê li ser derî û dîwarê wê nivîsandin.
Îsmaîl derbarê van kiryaran de hişyarî da û got, dê ziyanê bigihîne diyaloga Kurdî- Kurdî û bandorê jî li ser atmosfera erênî jî çêbike.
Endamê Rêveberiya ENKSê û Berpirsê Îdarî yê Polîtbûroya PDK-Sê wiha got: “Bi rastî wan bixwe gotiye em PKK ne. Avahiya partiyê şewitandine û sloganên PKKê nivîsandine. Ev dê bandoreke xirab li ser danûstandinan bike. Armanca wan ew e ku civaka Kurdî rehet nebe û ti hêviyan yekîtiyê nemîne. Ev yek berî her tişt li dijî destpêxşerêya Mazlûm Ebdî bixwe ye û dixwazin bibêjin Mazlûm Ebdî nikare tiştekê bike. Ti Kurdek nikare bibêje ev tişteke baş e.”
Berpirsê Ragihandinê yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mistefa Balî ji Rûdawê re ragihand, ku çend kesên bê serûber in êrîşî navnda PDK-Sê li Qamişlo kirin, karekî nezan kirine û ew şermezar dikin.
Mistefa Balî herweha da zanîn, ev kiryar têkderane ye û navê Rêveberiya Xweser xirab dike û wê hesabê encamderên wê bê kirin.
Balî di heman demê de eşkere kir, ku kiryar ti başiyê li hemerengiya Rojavayê Kurdistanê nake.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse