Serok Barzanî: Rêya Barzanî û PDKyê bûye hêviya Kurdistanê

16-08-2023
Nîşan Serok Barzanî PDK Salveger Damezrandin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî got ku “Rêya Barzanî û PDKyê tim û tim bûye hêvî û aliyê bihêz yê Kurdistanê.”

Îro 77emîn salvegera damezrandina PDKyê û herwiha rojbûna Serok Mesûd Barzanî ye.

Serok Barzanî bi sedema damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) peyamek belav kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de, “malbatên serbilind ên şehîdan, Pêşmergeyên qehreman, serkirdayetî, kadro, endam û alîgirên PDKyê” herwiha tevê gelê Kurdistanê, hemû xebatkar û azadîxwaz pîroz kirin.

“Wan doza gelê Kurdistanê bihêztir kiriye”

Serok Barzanî amaje pê kir ku alîgir û endamên PDKyê di rêya Kurdistanê de gelek qurbanî dane û ew tim bûne haveynê berxwedan û bihêztirkirina doza gelê Kurdistanê.

“Şehîdên rêya azadiyê namirin”

Serok Barzanî anî zimên ku rê û rêbazên Barzanî û PDKyê bûne hêviya Kurdistanê û got:

“Rêya Barzanî û PDKyê tim û tim bûye hêvî û aliyê bihêz yê Kurdistanê, herwiha bûye parêzvana doza rewa ya gelê Kurdistanê.

Divê rêveberî, girse û endamên PDKyê vê berpirsyariya mezin bi cih bînin.

Şehîdên rêya azadiyê namirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst