Li Yemenê hejmara zarokên ji ber nêzan nexweş bûne zêde dibe

16-10-2018
Li Yemenê ji ber şer be an jî birçîbûnê, 5 hezar zarokan canê xwe ji dest dane
Li Yemenê ji ber şer be an jî birçîbûnê, 5 hezar zarokan canê xwe ji dest dane
Nîşan Yemen Zarok nexweş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Odeya her nexweşxaneyeke Yemenê tejî birîndarên şer an jî ew zarokên ku ji nêza nexweş bûne. Rewşa wan zarokên ku ji nêza gefa mirinê li ser wan e, ji her demekê zêdetir e.

 

Li Yemenê ji ber şer be an jî birçîbûnê, 5 hezar zarokan canê xwe ji dest dane, gefa mirinê jî li ser 400 hezar zarok heye ku ji nêza nexweş bûne.


Derbarê vê yekê de Pizîşk Li Nexweşxaneya Edenê Dr. Eyde Husên  wiha dibêje: “Ligel wê hişkbûna li vê derê dibînin, rewşa wan a jiyanê xirab e û nêzîkê mirinê bûne. Ew nexweş nêzîkî mirinê bûne. Evna 10 kîlogram e, pêwîst e 15 kîlogram be. Tu pêşbînî nakê ev yek wezna du salan be."

 

Ev yek di demekê de ye ku şer û pevçûnên dijwar di navbera Husiyên Şîe û Hevpeymaniya Erebî de bi serpereştiya Erebistana Siûdiyê berdewam e. Xelkê welat di rewşeke hewqasî xirab de ne, ji ber nexweşî û vîrûsan direvin lê dîsan dibin armanca mûşek û topavêjan.


Dayîka Qurbaniyekî Mûşekbaranê Neme Ehmed  jî got: “Mûşekan em ji nav birin. Em ji nav çûn, em çi bikin, em ji ber şer reviyan daku li vir bimirin."


Hevpeymaniya Erebî pêdagir e li ser wê yekê ku Hudeybe ji destê Husiyên Yemenê derxîne. Di navbera êrîşên firokeyên şer û berevaniya Husiyan de hejmara qurbaniyên şerê Yemenê jî zêde dibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst