Neteweyên Yekbûyî: HSD zarokan ji dayikên wan cuda dike

22-07-2023
Hisên Omer
Rêveberiya Xweser bang li welatan dike malbatên DAIŞê werbigirin
Rêveberiya Xweser bang li welatan dike malbatên DAIŞê werbigirin
Nîşan Neteweyên Yekbûyî HSD Rojava Zarok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Kampa Holê ya Rojavayê Kurdistanê zêdetirî 52 hezar kes hene ku hejmareke mezin ji wan jin û zarokên çekdarên berê yên DAIŞê ne û ji 57 welatên cîhanê di kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ne. Neteweyên Yekbûyî wan hêzan bi cudakirina kurên nûciwan ji dayikên wan tohmetbar dike.

Têkildarî mijara zarokên DAIŞê yên li kampên Roj û Hol ên li Rojavayê Kurdistanê ku nêzîka 52 hezar kes, li wan kampan dimînin, Rêvebriya Xweser bang li wan welatan dike ku welatiyên xwe ji nav wan kampan bibin û dadgeh bikin.

Li ser vê mijarê, Biryardera Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Karûbarên Mafên Mirovan, Rêveberiya Xweser û HSD bi wê yekê tohmetbar dike ku li Kampa Holê zarokan ji dayîkên wan cûda dikin. Lê Rêveberiya Xweser gelek navendên çaksaziyê li Rojavayê kurdistanê ji perwerdekirina zarokên DAIŞê vekirine.

Biryardera Neteweyên Yekbûyî bo Barûbarên Mafên Mirovan Fionnuala Ni Aolain dibêje: “Babeta duyem ku dixwzim balê bikişînim ser cudakirina kurên nûciwan ji dayikên wan e bêyî hîç pêvajoyeke yasayî. Bi behaneya ku dema ev kur dibin sîpe gefên emnî li wan tên xwarin bêyî ku hîç belgeyeke yasayî li ser vê gotinê hebe, bi taybetî ku temenê hinan kêmtirî 11 sal e."

HSD herdem berevaniyê di ber xwe de dike û dibêje ku tenê ew dizanin asta gefên nav Kampa Holê û metirsiya li ser nûciwanên çekdarên berê yên DAIŞê çend e.

Li Navenda Orkêş li bajarê Qamişlo, HSD hewl dide ku van nûciwanan ji hizrê tundrew yê DAIŞê safî bike û wan li ser bîr û baweriyên nerm wan rahênan bike.

Serokê Navenda Orkêşê Aras Derwîş dibêje: “Armanc ji vê Navenda Orkêş ji bo têkilkirin û çaksaziyê dabînkirina 2 xizmetan e. Ji aliyekî ve, alîkariya derûnî û civakî ye, ji aliyekî din ve fêrkarî ye. Armanca me ya demdirêj haştkirina van zarok û nûciwanan e da ku bêyî pirsgirêk û kîndarî tevlî civakên xwe bibin."

HSD û Rêveberiya Xweser daxwazê li welatan dike ku jin û zarokên çekdarên berê yên DAIŞê ku hilgirê welatînameya wan welatan in wergirin.

Roja 4ê Tîrmeha 2023, Fransa 10 jin û 25 zarokên çekdarên DAIŞê yên hilgirên welatînameya Fransayê wergirtin. Lê Wezareta Derve ya Fransayê ragihand ku êdî ew tu jin û zarokên DAIŞê venagerînin ji ber ku ew bixwe naxwazin vegerin.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, ji sala 2019ê ve nêzî 7000 kes ji Kampa Holê ku welatiyên 36 welatên cîhanê ne hatine vegerandin.

Fionnuala Ni Aolain herwiha got: “Dikarim bibêjim ku tevgereke erênî heye li ser asta vegerandina girtiyan ji bo welatên wan, lê hêj li asta tê xwestin nîne, eger vê xavî û sistiyê berdewam bike, bawer im ew kamp heta 20 salên din jî dimînin."

Neteweyên Yekbûyî hişdariyê derbarê dirêjbûna vê babetê û mayina zêdetir li wan kampan de dide ku rewşa jiyana wan bi xerabî û wêranî binav dike. Rêxistina Navdewletî dibêje, jiyana zehmet a nav kampan tûrebûna nûciwanan û xwesteka tolhildanê zêde dike.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst