Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Sêwazê ya Bakurê Kurdistanê jinek di çarçoveya projeya destpêşxeriya jinan de bûye xwediyê çewlikeke bizinan ku ji şîrê wan berhemên cuda berhem tîne. Salane nêzîka 15 ton penîr li vir tên berhemanîn, herwiha 320 bizin bo derve tên firotin. Li çewlikê 6 curên penîr tên berhemanîn ku 4 cor ji wan, penîrên Kurdewarî ne.
Ev çewlikeka berhemanîana berhemên şîr, dikeve bajarokê Macîran a parêzgeha Sêwasê ya Bakurê Kurdistanê.
Xwediya wê jinek bi navê Gursel Aslan e ku xelka Sêwasê ye û di çarçoveya projeya (destpêşxeriya jinan) de bûye xwediya vê çewlikê ku niha kiryar ji bo kirîna berhemên wê dikevin rêzê.
Rêvebera Projeyê Gursel Aslan dibêje "Em ji Stenbolê hatin, hevdem, ev der axa bav û kalikên me ye.Çewlika me li ser rûberê 25 hezar metreçargoşeyan hatiye avakirin. 4500 metreçargoşeyên wê girtî ye. Me bi 249 bizinan destpêkir. Niha nêzîkî 600 bizinên me hene."
Ew bizinên ku li vir tên bi xwedîkirin taybet in û ji corê (Saanen in). Salane nêzîka 15 ton penîr li vir tên berhemanîn, herwiha 320 bizin bo derve tên firotin. Li çewlikê 6 corên penîr tên berhemanîn ku 4 cor ji wan, penîrên Kurdewarî ne û bi giyayên Sêwazê tên çêkirin. Ji xeynî endamên malbata Aslan 10 kes di vê çewlikê de kar dikin.
Gursel Aslan got "Em hemû ew berhemên ku di çewlika xwe de bidestdixin, bo cihên cuda yên Tirkiyê difiroşin. Websiteya me heye. Em xizmetguzariya kargoyê pêşkêş dikin. Piştî 4 salan ji karkirinê em ji vê asta ku geheştinê razî ne. Em di rêyek dijwar re derbas bûn, me gelek hewl da û me zêde kar kir. di encamê de em geheştin wê asta ku me dixwest."
Li vir bi giştî rojane 600 lîtreyên şîr tên berhemanîn. Ev di demekê de ye li gor demsal rewş û xorakê, guherînkarî di birê berhem de çêdibe.
Gursel Aslan dibêjê ew roj bi roj pêşketin û nûbûnên zêdetir tomar dikin û kêfxweşiya xwe jî tîne ziman ku kariye li vir çewlikêke bi vî rengî li ser cihê xwe yê resen çêkiriye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse