Şirnex (Rûdaw) - Serokê Baroya Şirnexê Noşîrevan Elçî diyar kir ku ji 3an 2yê Şirnexê hatiye hilweşandin û banga plana lezgîn a jinûeve avakirina Şirnexê li hikûmetê kir. Karsazên li Şirnexê jî dixwazin dewlet ji Şirnexê re budçeyeke baş veqetîne.
Li bajarê Şirnexê ku ji ber şer û pevçûnan wêran bûye, gelek tax, sûk, kuçe û kolanan êdî tune ne. Li bajêr 14 hezar û 727 xanî hebûn û niha piraniya van xaniyan êdî tune ne.
Serokê Baroya Şirnexê Noşîrvan Elçî dibêje bajêr ji 3an 2 bi temamî hatiye hilweşandin û ji bo avakirina bajêr pêdivî bi planeke lezgîn a avadankirinê heye.
Noşîrevan Elçî ji Rûdawê re wiha got: “Zirara Şirnexê gelekî mezin e. Tu ji ku binêrî ji 3yan 2yê Şirnexê xira bûye. Em dibêjin îro Şirnex pê quweta xwe nikare xwe ava bike. Divê hikûmeta Enqereyê planeke lezgîn çêbike û alîkariya xelkê bike.”
Sazî û dezgehên sivîl ên li Şirnexê jî amadekarî dikin ku ji bo avakirina Şirnexê bi hikûmetê re hevdîtinan pêk bînin. Ew dixwazin dewlet bi plansazî û budçeyeke baş Şirnexê ava bike.
Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Şirnexê Osman Gelîş jî got: “Ya rast çi ye? Ne ku tiştekî xelet çêbikin û sibê bi kêrî xelkê neyê. Bila tiştekî baş be 6 mehan dereng be. Îro em bibêjin ecele bikin, em ê sibê tengahiya vê eceleyê bibînin. Me divê em saziyên sivîl yekitiya xwe çêbikin, em biçin bi walî û rayedaran re biaxivin û tişta ji xelkê re baş çi ye, ew bê çêkirin.
Nûnerên sazî û dezgehên sivîl ên Şirnexê ji bo avakirina bajarê xwe li riyên çareseriyê digerin. Ji bo jinûveavakirina bajêr wisa diyar e ku dê serdanên bo Enqereyê di rojên pêş de zêde bibin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse