Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Exdadê yê navçeya Têliyê ya Mûşê sê jinan gurçikên xwe dan hevjînên xwe yên ku birayên hev in.
Mehmet Alî, Şemdîn û Fehmî Temliyên ku nexweşên gurçikan bûn, bi saya fedakariya hevjînên xwe ji diyalîzê rizgar bûn û niha her sê jî bi gurçikên hevjînên xwe dijîn.
Fehmî Temliyê ku 7 salan ketibû diyalîzê û 5 sal berê emeliyat bû wiha behsa rewşa xwe kir:
“Min gurçik wergirt û spas ji Xwedê re niha baş im.
Hevjîna min gurçika xwe da min û miroveke gelekî baş e.
Her du birayên min jî bi heman awayî gurçikên hevjînên xwe wergirtin.”
Hevjînên wan jî dibêjin ku wan ji bo xatirê zarokên xwe bêtirs gurçikên xwe dane hevjînên xwe.
Hatîce Temliya ku hevjîna Fehmî Temlî ye diyar kir ku hevjînê wê gelekî lawaz bûbû û got:
“Hevjînê min gelekî lawaz bûbû û bêtaqet bû.
Nikaribû bixebitiya û ji ber wê jî min gurçika xwe da wî.
Min xwest ez wî bibexşînim zarokên xwe. Tekane armanca min ev bû.”
Her sê bira bi saya hevjînên xwe gihîştine tenduristiya xwe.
Li gorî amarên fermî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 25 hezar û 651 nexweşên gurçikan ji bo neqilkirinê li hêviya dîtina gurçikên guncav in.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse