Nêçîrvan Barzanî Balyozê Brîtanyayê pêşwazî kir

16-11-2025
Nêçîrvan Barzanî û Îrfan Sidîq\ Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê
Nêçîrvan Barzanî û Îrfan Sidîq\ Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê
Nîşan Îrfan Sidîq Nêçîrvan Barzanî Brîtanya Îraq Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Balyozê Brîtanyayê yê Îraqê Irfan Sidîq û şande pê re pêşwazî kir.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de pesnê asta pêwendiyên Brîtanyayê yên li gel Îraq û Herêma Kurdistanê hat dayîn.

Her du aliyan teqezî li ser bihêzkirina pêwendiyan û xwesteka dualî ya ji bo berfirehkirina hevkariya hevbeş a di hemû waran de kir.

Her du aliyan serkeftina hilbijartinên Parlamentoya Îraqê ji bo bipêşxistina demokrasiyê û bipêşvebirina proseya siyasî ya li welêt wek gaveke girîng bi nav kirin.

Her wiha di heman çarçoveyê de, pêşbînî û nêrînên xwe yên derbarê avakirina hikûmeta paşerojê ya federal a Îraqê anîn zimên.

Rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê û çend mijarên din ên girîng ên hevbeş mijareke din a civînê bû.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst