Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî îro li Pîrmamê mazûvaniya civîneke girîng kir ku tê de şandeya bilind a Amerîkayê, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Serokê ENKSyê amade bûn.
Civîn îro bi beşdariya Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê yê ji bo Kar û Barên Sûriyeyê Balyoz Thomas Barrack, Konsula Giştî ya Amerîkayê ya li Hewlêrê Wendy Green, Fermandarê Hêzên Amerîkayê yê li Sûriyeyê General Kevin Lambert, Kolonel Zakaria Cork, Fermandarê Giştî yê HSDyê General Mezlûm Ebdî û Serokê ENKSyê Mihemed Îsmaîl hat lidarxistin.
"Bihevrejiyana li Sûriyeya nû"
Serok Barzanî di civînê de bixêrhatina mêhvanan kir û spasiya wan kir ku di vê rewşa taybet de ji bo aştiyê û rêlibergirtina tundiyê amadeyî civînê bûne.
Serok Barzanî tekezî li ser girîngiya diyalog, aramî û pêkvejiyana li "Sûriyeya Nû" kir.
Spasiya Amerîkayê
Di hevdîtinê de Balyoz Thomas Barrack li ser navê Amerîkayê spasiya Serok Barzanî kir ji ber mazûvaniya vê civînê û piştgiriya wî ya berdewam.
Di dawiya civînê de beşdaran li ser çend mijaran guftûgo kir û ji bo dabînkirina aramiyê ronahî xist ser çend gavên pratîkî.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse