Hewlêr (Rûdaw) – Gundê Meydankê yê bi ser bajarokê Şeraya ve yek ji ciwantirîn gundên herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê ye.
Meydankê gund û navçeyeke stratejîk e li Herêma Efrînê. Ew ji deverên herî xweş li Rojavayê Kurdistanê, tê hejmartin.
Meydankê li bakurê Efrînê ye û xwedî sirûteke balkêş bû. Sala 2000î jî, bendavek lê hate damezrandin. Her salê xelk diçûne wê deverê ji bo geşt û seyranan.
Beriya ku bendava 17 Nîsanê di sala 2000 de li ser çemê Efrînê bê avakirin, sûlaveke li gundê Meydankê hebû, ku salane bi hezarên geştyran serdana wê dikirin.
Gundê Meydankê 255 Hektar zevî rûber lixwe digire. 5000 Akincî beriya şer li gundê Meydankê hebûn. Meydankê 12 km Dûrî bajarê Efrînê ye. Piştî ku bendav li Meydankê dirust bû, gundê Meydankê bû du beş:Meydanka JorînÛ Meydanka Jêrîn.
Bendava Meydankê 15 mêg wat elektirîkê çêdike. Gola Meydankê 14 km ducar rûber lixwe digire.
Piraniya akinciyên Meydanka Efrînê kare çandiniê dikin, bi taybetî darên zeytûnan, rezên tirî,genim, şînkahî û nêçîra masiyan ve mijûl dibin.
Di Newrozan de gundê Meydankê cihê sereke bû û bi ahengên Newrozê dihate xemilandin.
Niha Meydankê bi bendava xwe ya ku çavkaniya sereke ye ji peydakirina av û elektirîkê ji Efrînê re ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên opozisyonê hatiye kontrolkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse