Girtiyê siyasî yê ji Efrînê piştî 31 salan hat berdan

03-08-2025
RÛDAW
Ebdo Şêxo û Abdullah Ocalan\ Wêne: Malbata Ebdo Şêxo
Ebdo Şêxo û Abdullah Ocalan\ Wêne: Malbata Ebdo Şêxo
Nîşan Efrîn PKK Meydankê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê PKKyê yê ji Efrînê Ebdo Şêxo ku bi nasnavê Baz Efrîn tê naskirin, piştî 31 salan ji girtîgehê hat berdan.

Malbata wî bi germî ew pêşwazî kir û dîmenên pêşwaziyê bi taybetî ji Rûdawê re hatin şandin.

Baz Efrîn ji gundê Gawenda yê navçeya Meydankê ya Efrînê ye û ew 15ê Tebaxa 1994an li Bakurê Kurdistanê di operasyoneke artêşa Tirkiyeyê de hatibû girtin.

Rêwîtiya di nav 7 girtîgehên Tîpa F de

Li gorî agahiyan, Baz Efrîn di dema girtina xwe de rastî şkenceyeke giran hatiye.

Rêwîtiya wî ya bi êş li Girtîgeha Meletî ya Bakurê Kurdistanê dest pê kiriye û di nava 31 salan de ew li gelek girtîgehan maye.

Hemû girtîgehên ku ew lê maye ji Tîpa F bûne ku bi şert û mercên xwe yên giran û tecrîdê tên naskirin.

Rêwîtiya wî ya di girtîgehan de wiha ye: Meletî, Elbîstan, Amasya, Îzmîr, dîsa Elbîstan, Mereş û di dawiyê de jî li Girtîgeha Konyayê maye.

Zarokên wî di nebûna wî de bûn xwedî zarok

Dema ku Baz Efrîn hatibû girtin, du zarokên wî yên bi navê Şervan û Şervîn hebûn ku temenê wan 2 û 3 sal bûn.

Di dema ku bavê wan di girtîgehê de bû, her du zarokên wî mezin bûn û ew bi xwe jî bûn dê û bav.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst