Hewlêr (Rûdaw) - Dîmenên nav maleke gundê Meydankê ku taybet ji bo Rûdawê hatine kişandin xirabiyên çekdarên ser bi Tirkiyê ve dide xuyandin.
Roja 16ê Adarê grûpên çekdar derbasî nav gundê Meydankê bûn û niha 7 grûpên çekdar li nav gund dimînin.
Di encama topbaranê de çend malên gund rastî zer û ziyanê hatine. Niha tenê 70 malbat, anku ji sedî 10 vegeriyane ser malên xwe. Li hember jî, derdora 30 malbatên ereb niha li Meydankê hatine bicîkirin.
Li gorî xelkê Meydankê ku Rûdawê pêwendiyê li gel kiriye didin zanîn ku heta niha çekdarên li nava gund û erebên niştecîkirî tiştên nav malên gundiyên koçber talan dikin.
Gundê Meydankê ser bi devera Şera ya herêma Efrînê ve ye û 10 kîlometreyan li bakurê rojavayê bajarokê Şera dikeve.
Deryaçeya bendava Meydankê gund kiriye cihekî geştyarî. Gundê Meydankê yek ji navendên şahiyên Cejna Newrozê bû.
Gundê Meydankê ji 700 malan pêk tê ku li ser herdu taxên jorîn û jêrîn dabeş dibin.
Sala 2005an, hejmara niştciyên Meydankê 4725 kes bûn.
Li Meydankê, dibistanên seretayî, navîn û amadeyî hene.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse