Serok Barzanî: Divê Êzidî bi azadî vegerin warên xwe

17-04-2024
Nîşan Serok Barzanî Cejna Sersalê Kurdên Êzidî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî, Cejna Serê Selê ya Kurdên Êzidî pîroz kir.

Serok Mesûd Barzanî bi wesîleya hatina Cejna Serê Salê peyameke pîrozbahiyê belav kir.

“Em di xweşî û nexweşiyan de şirîk in”

Serok Barzanî amaje bi wê yekê kir ku Êzidî beşeke resên a gelê Kurdistanê ne û wiha got:

“Bi wesîleya hatina Cejna Sersala Êzidiyan, pîrozbahiyên xwe yên herî germ pêşkêşî hemû xwişk û birayên Êzidî yên li Kurdistan û cîhanê dikim û hêviya bextewerî û kêfxweşiyê ji bo wan dixwazim.

Xwişk û birayên Êzidî beşeka resen a gelê Kurdistanê ne û di xweşî û serkeftin û azar û nexweşiyan de em hemû şirîk in.

“Divê ev çanda dewlemend bê parastin”

Divê xwişk û birayên Êzidî bi serbestî û azadî vegerin cih û warên xwe û dawî li koçberî û wan êṣan were ku nehezên gelê Kurdistanê li ser wan ferz kirine.

Kurdistan welatê bihevrejiyanê ye û divê ev çanda dewlemend bê parastin.

Hêvîdar im hemû cejn û helkeftên we bi aştî û dilxweşiyê de derbas bibin, bimînin di xêr û xweşiyê de.”

Her sal li perestgeha Lalişê Cejna Serê Salê tê pîrozkirin û bi hezaran Kurdên Êzidî beşdarî pîrozbahiyê dibin.

Di pîrozbahiyan de çalakiyên cûr bi cûr tên lidarxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst