Li Êlihê 40 xwendekar ji ber donerê bi jehrê ketin

17-05-2025
RÛDAW
Nîşan Êlih Xwendekar Jehrîbûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê 40 xwendakar ji ber xwarina donerê bi jehrî ketin.

Li gorî zanyariyan 40 xwendekarên Dibistana Ramanê li kafeteryaya dibistanê donera mirîşkê xwar.

Lê piştre rewşa wan a tenduristiyê têk çû û her 40 xwendekar jî bi gumana jehrîketinê çûn Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînan a Êlihê.

Gilî û gazinên hemû xwendekaran wekî hev bûn û ji ber jehîrîbûna bi xwarinê hatin tedawîkirin.

Hat ragihandin ku rewşa xwendekaran baş e û hinek piştî çareseriyê çûne malê  û dermankirina hinek xwedekaran jî berdewam dike.

Li aliyê din Rêveberiya Perwerdê û Rêveberiya Tenduristiyê ya Êlihê derbarê bûyerê dest bi lêkolînê kir.

 Hat ragihandin xebatên kafeterya di çarçoveya lêkolînê de hatine rawestandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst