Li Mereşê agir bi cihê razanê yê karkeran ket: Mirî û birîndar hene

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Mereş Agir Karker
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Dulkadirogluyê ya parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê, agir bi cihê razanê yê karkeran ket.

Di şewatê de karkerek mir û 7 karker jî birîndar bûn.

Li taxa Dogukentê ya navçeya Dulkadirogluyê, danê sibehê agir bi cihê razanê yê şantiyeya avahiyan ket.

Piştî ku çirûskên agir ji cihê razanê bilind bûn, li ser agahdarkirinê gelek tîmên parastina sivîlan, tenduristî û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên agirvemirandinê bi 15 wesayît û 40 personelan midaxele kir.

Piştî xebateke dijwar a 3 saetan, agir hat vemirandin.

Birîndar bi ambulansan veguhastin nexweşxaneyên bajêr û hat ragihandin ku tedawiya wan didome.

Hêzên ewlehiyê li ser bûyerê lêpirsîn da destpêkirin.

Ji bo tespîtkirina sedema derketina şewatê lêkolînên tîmên pispor li qada bûyerê didomin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst